• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

    Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

    Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

    Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

    Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

    Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

    Rejîmê Îranî kiştişê 5 hezar çalakîkeran qebul kerdo

    Zext û êrişên rejîma Îranê berdewam in: Zêdeyî 7 hezar kes hatine kuştin

    ÎHD: Parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê tavile berdin

    ÎHD: Parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê tavile berdin

    Tirkiyê 2 deriyên bi Rojavayê Kurdistanê re girtin

    Tirkiyê 2 deriyên bi Rojavayê Kurdistanê re girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

13 SIBAT 2026 - 15:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberê Nexweşxaneya Emelê ya Kobanê Yaser Balî têkildarî îdiaya “Li nexweşxaneya Kobanê ji bo cenazayê zarokê 8 mehî bide malbatê 400 dolar xwestiye” derewand û diyar kir ku îdiayên derbarê nexweşxaneya wan de ne rast in.

Rêveberê Nexweşxaneya Emel a Kobanê Yaser Balî têkildarî îdiayên “Nexweşxane ji malbata ku xwestiye cenazeyê zaroka xwe ji nexweşxaneyê derxîne 400 dolar xwestiye” ji Kobanê FMê re axivî. Yaser Balî bi lêv kir ku îdiaya li ser medyaya sanal belav dibin û tê gotin ku nexweşxaneyê gotiye “Heta hûn perê neynin” derew e û wiha got: “Me tu car tiştek wisa li tu kesê nekiriye ku îro em welatiyên xwe yên li Kobanê bikin. Bi salan em emeliyatan belaş dikin. Malbatê piştî zarok anîn vir, bijîşkan rewşê nêrî û gotin ‘Ev zarok li vir nikarê were dermankirin, divê biçe Helebê’. Malbatê jî got em nikarin biçin Halebê. Bijîşkan ji malbatê re gotine ku ‘Heke li vir be heta çend rojan dê jiyana xwe ji dest bide’. Malbatê jî gotibû ’em qebûl dikin, lê em nikarin bibin Helebê’. Piştî zarok jiyana xwe ji dest da malbat çûbû muhasebeyê û pereyê xwe dabû. Hesabê wan 2 milyon û 300 hezar bû. Lê muhasebe 200 hezar negirtibû. Bêyî ku malbat bêje em nikarin. Piştre jî malbatê cenaze xwe biribû. Yanî tiştên tê gotin ne rast in.”

Derbarê bûyerê de

Li Kobaniyê ku 25 roj in di dorpeçê de ye zarokê bi navê Xelîl Mislim ê 8 mehî jiyana xwe ji dest dabû. Pîra zarok Xufre Mihemed ku tev li bultena Rûdaw TVyê bûbû îdia kiribû ku nexweşxaneya Emel ji bo cenazeyê neviyê wê radest bike, ji malbatê 400 dolar pere xwestiye. Malbatê li ser vê yekê pere deyn kiriye û bi wî awayî cenazeyê zarokê xwe wergirtiye.

‘Dorpêç didome, tengasî zêde ne’

Rêveberê Odeya Bijîşkan a Kobanê Dr. Nehsan Ehmed jî ji Stêrk TVyê re axivî û diyar kir ku heta van kêliyan jî dorpêç li ser Kobanê didome û got: “Ji ber dorpêçê em nikarin ji sedî sed pêdiviyên gel ên derman û tedawiyê pêk bînin. Divê beriya her tiştî ji her milî ve ji sedî sed dorpêç rabe. Xizmeta tenduristiyê ya li Kobanê ji sedî 90ê belaş e. Nexweşxaneyên li Kobanê di rewşên wiha awarte de li kêleka gel disekinin.”

Etîket: Kobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Asayişa Kobanê bazirganên tiryakê girt

Asayîşa Rojava Til Beraq û Til Hemîs ji komên Şamê dewir girt

13 SIBAT 2026
Desteya Tenduristiyê ji bo bûyera zarokê 8 mehî ket tevgerê

Desteya Tenduristiyê ji bo bûyera zarokê 8 mehî ket tevgerê

12 SIBAT 2026
Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

12 SIBAT 2026
Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

11 SIBAT 2026
Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

10 SIBAT 2026
Li Rojava sûcên li dijî zarokan: 18 zarok hatin kuştin û 11 jî birîndar kirin

Li Rojava sûcên li dijî zarokan: 18 zarok hatin kuştin û 11 jî birîndar kirin

10 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (485)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne