Wan – Nizman Karaagar ê piştî 30 sal û 4 mehan ji girtîgehê derket, bi boneya salvegera kuştina birayê xwe yê belavkarê rojnameyê Orhan Karaagar, ji ajansa me axivî û wiha got: “Têgeha ‘kujer nediyar’ bûyerê şêlû dike. MGKê biryar da û kuşt.”
Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19ê çileya 1993an de li Wanê dema derbasî mala xwe dibû ji aliyê kesên nediyar ve di êrişa çekdarî de hate kuştin. Ji kuştina Orhan Karaagar ber bi îro ve 33 sal derbas bûn, lê hêj jî kujer nehatine eşkerekirin. Beriya ku bê kuştin, bi dehan caran gef lê hatiye xwarin û di 12ê Îlonê de Orhan Karaagar 2 sal û nîvan di Girtîgeha Amedê de hatiye ragirtin. Piştî tê berdan dibe yek ji damezrînerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê.
Birayê Orhan Karaagar, Nizam Karaagar ê ku 6 meh piştî kuştina birayê xwe ketiye girtîgehê û piştî 30 sal 4 mehan hat berdan, derbarê têkoşîna Orhan Karaagar de ji ajansa me re axivî.
Nizam Karaagar destnîşan kir ku ew bi dayika birayê xwe Orhan re ketin nava têkoşînê û diyar kir ku di nava malbatê de Kurdîtî hebû, lê ne siyasî bû. Nizam Karaagar da zanîn ku Orhan malbatê hêdî hêdî veguherand çandeke şoreşgeriyê û li ser vê yekê di 12 Îlona 1981an de hat girtin. Nizam Karaagar anî ziman ku Orhan şahidiya hovîtiya Zîndana Amedê kir û wiha got: “Ez û dayika xwe ji bo dîtina Orhan diçûn û dihatin, lewma min Zîndana Amedê wê demê nas kir. Orhan hem di malbata teng û hem jî ya berfireh de xwest Kurdîtiyê bi şoreşê ve girê bide û dayika min jî di vê pêvajoyê de roleke pir mezin lîst. Beriya ku bikeve zîndanê, li ser xeta Kemal Bûrkay û Rêya Azadiyê diçû. Lê piştî ji zîndanê derket, em kom kirin û diyar kir ku êdî şoreş dê li ser xeta PKKê bimeşe. Zîndana Amedê ji bo Apogeran bû nasnameyek. Gotin em van bikujin dê xelas bibin, lê berovajî vê yekê tevgera Apogerî xurttir bû. Orhan di vê hêlê de hem dema sax hem jî dema şehîd bû, di malbatê de roleke pir girîng rabû. Ne girtina wî, ne şehadeta wî nebû sedema paş ve gav avêtinê.”

‘Rojnameger avakerên dîroka me ne’
Di berdewama axaftina xwe de Nizam Karaagar anî ziman ku dewlet di salên 90î de weke kontrayan tevdigeriya û şerekî dirûst neda meşandin. Nizam Karaagar anî ziman ku şer bi xwe tiştekî exlaqî nîne, lê mirovahiyê di şeran de jî hinek norm û qanûn ava kirine. Nizam Karaagar bi bîr xist ku dewletê li hemberî wan ev norm û qanûn binpê kirin û axaftina xwe wiha domand: “Li dijî tevgerê û gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dan meşandin û kontragerîla û hizbûlkontra bi vê erkê hatin wezîfedarkirin. Berxwedan jî li gorî vê qirkirinê çêbû. Rojnamegerên wê çaxê avakerên dîroka me ne, divê em vê bîrê ji bîr nekin. Van kesan rojnamegeriyeke normal nekirin, li gorî min Heredot rojnamegerek e, Marks rojnameger e. Rojnamegerî piştî demekê weke pîşeyekî teknîk, agahdarkirin hatiye dîtin, lê rojnamegerî bîr e, dîrok e.”
Malbatê helwestek nîşanî kujeran da
Nizam Karaagar diyar kir ku dema birayê wî hatiye kuştin ew li derve bû û derbarê wê rojê de ev tişt gotin: “Ez wê çaxê li der ve bûm. Em malbat kom bûn û me got ku divê belavkirina rojnameyê berdewam bike û malbatê got ku yan em dê bibin hevkarê kujeran, yan jî em ê helwestekê nîşanî kujeran bidin. Heke ez îro bi dilrihetî bi we re neaxivîbam wê çaxê Orhan miribû. Lê em li ser pêyan in û li vir in.”
‘Kujer MGK ye’
Nizam Karaagar da zanîn ku divê bîrek Kurdan bê çêkirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li hemû welatên ku niha bi demokrasiyê û aştiyê dijîn, dersên dîrokê derdixin. Divê dîrok winda nebe, ji ber ku dîrok bîr e. Heke bîra te tune be, tu dê her tim bêyî xapandin. Ez çima vê dibêjim? Herkes dipirse kê Orhan kuşt, kujerên wî derketin holê yan na? Lê her kes dizane kê kuştiye. Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) ku di sala 1992an de biryara qirkirinê da, Orhan kuşt. Kujerên birayê min Yeşîl, Cem Ersever, Mûrat Îpek, Mûrat Demîr hwd. in. Ev kes tetîkkêş in, lê ya ku biryarê daye MGK ye, saziyek e. Lewma ev kesên kujer nediyar nîn in. Ev têgeha kujer nediyar, bûyerê şêlû dike. Dewletê biryar daye û kuştiye. Lewma bi zanebûn li gel li xwe mikûr hatinê, jî doz nayê vekirin. Dozger û dadgeh dizanin heke doz vebe dê encam bigihe MGKê. Lewma ev ne kujer nediyar, kujer MGK ye. Divê bîra me jî li gorî wê be. Em di şexsê Orhan de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin.”










