Namzetê YNKê Nizar Amêdî piştî di tura duyemîn de weke Serokkomarê Iraqê hate hilbijartin û bi fermî sond xwar.
Namzetê Namzetê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî piştî di tura duyemîn a hilbijartinê de bi dengê 227 parlamenteran ji bo erka Serokkomariyê hate hilbijartin û şûnde sonda yasayî xwar.
Nizar Amêdî piştî sondxwarinê bi fermî bû Serokkomarê Iraqê yê nû.
Nizar Amêdî girêdanbûna xwe ya bi Destûra Iraqê, xizmeta ji bo gel û karkirina bi hemû sazî û dezgehên Iraqê re destnîşan kir.
Her wiha girêdanbûna xwe ya bi erkên navneteweyî û pêkanîna aştiya li herêmê re jî piştrast kir.
Piştî sondxwarinê Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî koma herî mezin ya Parlamentoya Iraqê Çarçoveya Hemahengî wê erkdar bike ku di nava 15 rojan de hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.













