Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja 20emîn de berdewam dike. Çalakvanan diyar kir ku ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedana xwe bidomînin.
Tevî êrişên dewleta Tirk û hêzên wê yên paramîlîter û sermaya dijwar jî çalakvanên li Bendava Tişrênê nobeta parastinê digirin berxwedana xwe berdewam dikin.
Tevî sermayê jî nobedar çalakiya xwe yên li ser bendavê didomînin. Dewleta Tirk û hêzên wê yên paramîlîter derdora bendavê û gundên nêzî bendavê bombebaran û topbaran dikin. Çalakvan jî dibêjin ew ê bi her awayî Bendava Tişrînê biparêzin û dev jê bernedin.