Nûçegihanê ajansa me Nedîm Oruç ê ku di 14ê çileyê de li taxa Nûrê ya navçeya Cîzîrê dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin, bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Nûçegihanê ajansa me Nedîm Oruç di 14ê Çileyê de li taxa Nûrp ya navçeya Cîzîra Şirnexê dema nûçe dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. Rojnameger Oruç ji wê rojê ve di binçavan de bû û piştî îfadeya wî li midûriyeta polîsan bi dawî bû wî birin Edliyeya Şirnexê. Destûr nehat dayîn malbata Oruç û rojnameger wî li edliyeyê bibînin.
Rojnameger Oruç îfadeya ku dabû polîsan li dozgeriyê dubare kir û diyar kir ku ew ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye binçavkirin. Parêzerê Oruç bertek nîşanî “terorîzekirina” xebaya pîşeyî ya muwekîlê xwe da. Dozger piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê Oruç şand Dageriya Cezayê Sulhê.
Rojnameger Oruç piştî jêpiesîna li dadgeriyê bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê.










