Nûçegihanê ajansa me Ronî Rûbar Îmen bi şertê kontrola edlî û qedexeya derneketina derveyî welat hate berdan.
Nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen ê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû Herêma Kurdistanê beriya 3 rojan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû binçavkirin. Piştî 3 rojan şevê din li Midûriyeta Polîsana Şirnex îfadeya Îmen hate girtin. Vê sibehê Îmen sewqî Dadgeha Şirnexê hate kirin û ewilî îfade da dozgeriyê. Dozger, rojnameger Îmen bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” ku were girtin sewqî dadgeriyê kir. Piştî îfadeya dozgeriyê Îmen birin dadgeriyê.
Li Dadgeha Cezayên Sulhê ya Şirnexê îfadeya Îmen hate girtin. Îmen li dadgeriyê bi biryara şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. Dê Îmen di çarçoveya şertê kontrola edlî de her roj biçe qereqola polîsan îmze bide.