Nûjiyan Erhan ku bû dengê jinên êzîdî û xwest rastiya li Şengalê ronî bike, bû hedefa êrîşa peşmergeyên Roj û di 3ê Adara 2017an de birîndar bû û di 22ê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest da. Di ser şehîdkirina Rojnameger Nûjiyan Erhan re 8 sal borîn.
Nûjiyan Erhan bi pênûs û kameraya xwe bû dengê jinên Êzidî. Ew bû şahid û jinên ku hatin revandin, li bazaran hatin firotin, dewletên ku bêdeng man, serhildana gelekî bi îxanetê rû bi rû ma, vegot. Lê Nûjiyan Erhan ku dengê vê rastiyê ye, di 3yê Adara 2017an de dema ku li bajarê Xanesorê yê Şengalê nûçe dişopand, bû hedefa pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê û bi guleya li serî ket, birîndar bû. Nûjiyan Erhan di 22’yê Adara 2017an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Nûjiyan ji bo rastiya fermanê nîşanî hemû cîhanê bide bi dilxweşî û fedekariyeke mezin berê xwe dabû Şengalê. Bi berxwedaneke mezin êş û berxwedana jinên Êzîdî nîşanî herkesî da. Beriya fermanê li Şengalê ragihandina ku rastiya civaka êzidiyan bide nîşandan nebû. Lê piştî fermanê bi hatina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihandina azad li Şengalê hat avakirin, rastiya fermanê û civaka êzidî ji bo hemû cîhanê hat nîşandan.
Nûjiyan Erhan di salên 2013-2014an de bû şahida fermana Şengalê ku yek ji êrîşên herî tarî yên dîrokê ye, yek ji wan navên destpêkê bû ku qirkirina li ser civaka Êzidî bi taybet jinan ji cîhanê re ragihand. Bi hezaran Êzidî ji ber êrîşên hovane yên DAIŞê hatin qetilkirin, jin li bazarên koleyan hatin firotin û bi sed hezaran mirov ji warên xwe hatin derxistin.
Nûjiyan dizanîbû ku berdêla şopandina heqîqetê dibe mirin be. Ne tenê hovîtiya DAIŞê, zext û zordariya li ser jinan û bêdengiya dewletan; her wiha berxwedana jinên Êzidî û hêviya jiyanê ya ku li çiyayên Şengalê dîsa şîn bû, di dîrokê de tomar kir. Rojnamegeriya Nûjiyan; ne tenê şahidiyek bû, berpirsyariya bûyîna dengê gel û jinan bû.
Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di dema fermanê de bû dengê jinên Êzidî û qêrîna wan gihand cîhanê, di êrişeke çeteyên Roj yên ser bi PDKê de hatibû şehîdxistin. Lê li cihê ku gule li Nûjiyan hate reşandin, bi dehan Nûjiyanên nû derketin! 3ê Tebaxa 2014an çeteyên DAIŞê êrişî Şengalê kirin. Bi hezaran Êzidî qetil kirin û bi hezaran jin revandin, bi hezaran Êzidiyên ji destê çeteyan rizgarbûn jî berê xwe dan çiyayên Şengalê. Yên ji komkujiyê rizgar bûn jî di wê germahiya dijwar a havînê de li çiyayên Şengalê xwe li jiyanê girtin. Di wê dema zor de Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) xwe gihand wan, ji lewra bû delaliya li ber dilê hemû jinên Êzidxanê û hemûyan gelek jê hez kirin. Li wê bû şahida hemû zoriyên Şengaliyan û bi xebatên xwe yên cihêreng dengê wan dida bihîstin.
Rojnamevan Nujiyan Erhan beriya 8 salan, 3ê Adara 2017an di encama êrişa çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj de li bajaroka Xanesor a Şengalê birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25ê Adarê de li Şengalê hat definkirin.
Tuba Akyilmaz (Nujiyan Erhan) li Hîlwan a Rihayê hatiye dinê. Ji bo rawestandina şer û badawîbûna mirina ciwanan, çalakiya mertalên zindî ya li Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin, Erhan jî tevlî bibû. Ji bo bal kişandina ser vê çalakiyê li gel komek ciwan di 2005ê de derbasî Qendîlê bûn. Erhan ku cara yekem hat çiyayên Kurdistanê, ji ber dewleta Tirk ti bersiv neda çalakiya wan, ew ma li çiyayên Kurdistanê û biryara mayîna dinava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de da. Nujiyan di nava tevgera azadiyê de 12 salan bê navber kar û xebatên çapemeniyê meşand.
Di sala 2014an de dema DAIŞê êrişê ser Şengalê kir, Nujiyan Erhan ji bo hovitiya çeteyên DAIŞê ya li ser gelê Şengalê û êşa civaka Êzidî bigihîne cihanê, derbasê Şengalê bû. Gelê Şengalê du sal piştî êrişa çeteyên DAIŞê karî di demek kurt de xwe ji nûve rêxistin bike û hêza xwe ya leşkerî ya bi navê YBŞ û YJŞ ava bike. Di 2’yê Adara 2017an de hin komên çekdar ên ku navê ‘Pêşmergeyên Roj’ lixwe kiribûn, ji aliyê bajaroka Sihêla û bajarê Dihokê ve hatin bajaroka Sinunê ya Şengalê û ji wir jî berê xwe dan bajaroka Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ/YJŞê de.
Li ser vê yekê gelê herêmê nerazîbûnek mezin nîşan da û xwestin ku ev kom paşve biçin. Hêzên YBŞ/YJŞê û Asayîşa Êzidxanê jî tedbîr girtin. Li aliyê din jî rayedarên YBŞê bi komên behsa mijarê re hevdîtin kirin û xwestin ku armanca hatina wan fêr bibin. Di hevdîtinê de derket holê ku ev dixwazin herêma Xanesorê û sînorê Rojava dagir bikin. Berpirsên komên êrişkar ev armanca xwe bi eşkere anîn ziman û di gotin ku dê êriş bikin.
Hêzên YBŞê ji bo ku alozî dernekeve, hewldanên xwe domandin, lê di sibeha 3yê Adarê de komên behsa mijarê bi çekên giran dest bi êrişê kirin. Komên çekdar bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êriş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞê û Asayîşa Êzidxanê bersiv dan û şer derket. Balkêş e çekên ku komên çeteyan di êrişê de bikar anîn, ji aliyê dewleta Almanya ve ji bo ku li dijî DAIŞê bêne bikaranîn, ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatibûn şandin.
Dema êrişan destpê kir, 2 gerîlayên HPGê yên li qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin, pêşiya êrişan bigirin. Lewra di kêliya ku komên çeteyan êriş kirin de, herdu gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewldan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin. Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin kişandin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bibûn sedema hêrsek mezin.
Di êrişa destpêkê ya 3yê Adarê de rojnamevan Nujiyan Erhan ku li wê deverê rewşê dişopand, birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25’ê Adarê de li Şengalê hat definkirin.
Rojnamevan Nûjiyan Erhan di dema fermanê de bû dengê jinên Êzidî û qêrîna wan gihand cîhanê. Li cihê ku gule li Nûjiyan hate reşandin, bi dehan Nûjiyanên nû derketin!