Navenda Nûçeyan – Siyaseta DYAyê ya bi armanca bêçek kirina Haşdî Şabî û qelskirina bandora Îranê ya li Îraqê ji asta zimanê dîplomasiyê derbasî asta hişyarî û gefan bû. Nûnerê Trump ê Sûriyê Tom Barrack peyamên DYAyê ji Serokwezîr Sûdanî re bi zimanê dîplomatîk ragihand, Nûnerê Iraqê Savaya diyar kir ku li ser rêya Iraqê ye û gefên tunekirina Haşdî Şabî da. Li gorî pisporan Îran naxwaze dest ji hêzên çekdar ên girêdayî xwe berde lê ligel ku di rewşek qels de ye jî hêj nediyar e ka dê helwestek çawa nîşan bide.
Pêvajoya vesazkirina Rojhilata Navîn bi gavên nû yên DYA-Îsraîl-Ingilistanê berdewam dike. Mudaxileyên bi bêbandorkirina Îranê piştî Filistîn, Libnan û Sûriyeyê niha jî ji nûve teşekirina Iraqê di dorê de ye. DYA ku ji 2003yan heta niha ligel Îranê hêza herî diyarker a li Iraqê peyamên guherînê dide. Rayedarên DYAyê di demên dawî de li ser hev peyaman didin Iraqê û dixwazin demildest hêzên çekdarî yên nêzîk Îranê demildest bên bêçekirin û girêdayî vê yekê bandora Îranê ya li herêmê bê tunekirin. Peyamên rayedarên DYAyê ji asta hişyariyê jî diborin hindî diçe di asta gefan de dubare dibin. Ev yek jî pirsa, “Gelo destwerdana li dijî hêzên Îranê yên di hundirê Iraqê de hat?” tîne rojevê. Her wiha gelek daxuyaniyên piştgiriyê didin vê helwesta DYAyê ji Îsraîlê jî tên. Li gorî daxuyanî, amadekarî û daneyên di demên dawiyê de derketine holê; destwerdanek li dijî hêzên çekdarî yên girêdayî Îranê teqez e. Tişta tê meraqkirin ew e ku ev destwerdan dê çiqas vegere vesazkirinek nû ya siyasî.
Tom Barrack li pişt perdeye çi peyam ragihandin?
Trafîka dîplomatên DYAyê jî nîşan dide ku hişyarî û gef tenê di gotinê de namînin. Di heman demê de temasên fîzîkî jî hindî diçe zêde dibin. Nûnerê Trump ê Taybet ê Sûriyê û Sefîrê Tirkiyeyê Tom Barrack du roj berî niha çû serdana Iraqê. Barrack bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiî El Sûdanî re hate cem hev. Li gorî medyaya ereb Iraq nakeve çaroveya misyona Barrack lê hind peyamên lezgînî bi rêya Barrack ji Iraqê re hatin ragihandin. Hevdîtina di demek nîqaşên avakirina hikûmeta nû û girêdayî vê yekê zêdebûna nakokiyên siyasî pêk hatî de balê dizivirîne ser hevsengiya Washîngton û Tehranê ya ji 2003yan heta niha. Li gorî pisporan DYA û Îranê heta niha di dema avakirina hikûmetê de hebûna hev li ber çavan digirt û bi awayek zimnî li hev dikir. Lê piştî bûyerên 7ê Cotmeha 2024’an pêk hatîn, guherînên li Filistîn, Libnan, Sûriye û şerê 12 rojan ê li hemberî Îranê êdî ev hevseng ji binî ve xirab bûye. Pisporên ji nêzve mijarê dişopînin jî diyar dikin ku bi zora Îsraîlê jî êdî dê bandora Îranê wekî berê li Iraqê neyê qebûl kirin û serdema nû dê bibe destpêka bêçek kirina hêzên nêzîk Îranê û tunekirina bandora wê ya li Iraqê. Di daxuyaniya ji hêla Sûdanî ve hate dayîn de wiha hate gotin: “Mijarên wekî kêmkirina rageşî û gengeşiya li herêmê, lêgerîna çareseriyên dîplomatîk, hevkarêya aborî û di dema pêş de avakirina îstîkrarek mayin de hatin nîqaşkirin.”

Ji Sefîrxaneya DYAyê ya Bexdadê gefa mûdahalekirinê
Têkildarî hevdîtinê ji aliyê Barrack ve hate ragihandin ku li ser armancên hevpar û rola Iraqê ya di avakirina Sûriyek îstikdar de sekinîne. Lê Sefîrxaneya DYAyê ya Iraqê piştî hevdîtinê li sîte û hesabên xwe yên medyaya sanal de peyamek ku derbarê naveroka hevdîtinê de agahiyên Barrack negotin dide weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên li ser qada neftê ya Xormorê hatin bi bîrxistin û wiha hate gotin: “DYA di asta herî hişk de êrîşên li ser Xormorê şermezar dike. Ev sabotajên hêzên niyet xirab in û îhlalkirina serwerêya Iraqê ne. Divê Iraq li hemberî binpêkirina serwerêya xwe li ber xwe bide. Her wiha em dê teqez bikin ku ÎHA, mûşek û çekên giran tenê di bin kontrola dewletê de bin.” Balyozxane bi gotina, “Divê Iraq li hemberî îhlalkirina serwerêya xwe li berxwe bide” hem hikûmeta Iraqê rexne dike û hem jî banga tercîhek nû bike, dike. Ev daxuyanî di heman demê de tişta Barrack negotî çapemeniyê bi awayek sazûmanî ji sefirxaneyê hate gotin. Sefîrxaneyê her wiha xwest ku hesab ji kesên êrîşkar bê pirsin û soza piştgirî dayînê jî dide. Di çapemeniya ereb de ev daxuyanî wekî nerazîbûna li dijî helwesta Hikûmeta Federal a İraqê û gefa destwerdanê hate nirxandin.
Nûnerê Trump Savaya: Dê hesap ji komên çekdar bê pirsîn
Hêj Barrack li Bexdayê vê carê jî peyamek bi heman awayî ji Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Trump Mark Savaya hat. Savaya hêzên çekdar ên di bin saneya Hikûmeta Iraqê de hetef girtin û ev daxuyanî dan: “Divê çek li devreyî siyasetê bê girtin. Dê hêzên derzagonî û alîkarên wan bên şopandin û hesab bê pirsîn. Îraq li durêyanek girîng e. Êdî ne gotin dê çalakî li pêş bin. Divê saziyên dewletê yên siyasî, darazî û rêveberiyê serbixwe bin û prestîja xwe biparêzin.” Savaya êrişên li ser qada neftê ya Xormorê ku li navçeya Çemçemala Silêmaniyê ye û destnîşan kir ku ev êrîş ji hêla hêzên çekdar ên li Îraqê ve hatin pêkanîn. Savaya xwest ku Iraq demildest bikeve tevgerê û hesabê ji êrîşkaran bipirs e. Savaya her wiha dîmenên xwe yên bi Trump re jî bi gotina, “Serfermandar ji bo Îraqê ferman dan” parve kir. Di daxuyaniyên Savaya ên di çapemeniyê de hatin parvekirin de jî diyar kir ku mizgîniyên wî ji bo Îraqê hene û dê êdî guherînên şênber çê bibin.
Zimanê gefan nîşaneya mûdahaleyê ye
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubîo di meha tebaxê hevdîtinek bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî re kiribû. Piştre di malpera fermî ya wezaretê de navaroka hevdîtina bi telefonê û pêyamên hatîn dayîn, hatibûn weşandin. Di daxuyaniyê de mijarên îro nûnerên Trump ên taybet Barrac û Savaya dibêjin bi zimanek dîplomatîk hatibûn gotin. Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku Rubîo sê mijar ji Sûdanî re ragihantine û ev xal hatibûn rêzkirin: “Divê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bên rawestandin û bandora Îranê ya li İraqê bê bi dawîkirin. Pêwist e hesap ji hêzên çekdar ên êrîşî binesaziya petrola Herêma Kurdistanê dikin bê pirsîn. Her wiha divê zagona li parlementoya Iraqê bi armanca qanûnîkirina Haşdî Şabî hatiye amadekirin, divê bê betalkîrîn.”
Serfermandarê Artêşa Iraqê Sabît el Abbasî: DYAyê hişyarêya herî dawî û micid kir
Serfermandarê Artêşa Iraqê Sabît el Abbasî jî piştî hevdîtina Sûdanî û Rûbîo hevdîtinek bi telefonê ligel 12 fermandarên Iraqî re b Wezîrê Şer ê DYAyê Pete Hegseth re pêkanîbû. Sabît derbarê hevdîtinê de agahî dabû çapemeniyê û wiha gotibû: “Peyama dawî ya ji Washingtonê hatî gelek micid bû. DYA dê di pêşerojê de li hemberî hêzên çekdarî yên li Iraqê gavên nû bavêje û ev kom dijberiyê bikin dê raste rast mûdahale bike.” Abbasî anî ziman ku ev peyam ji hêla Hegseth ve hatine ragihandin. Abbasî anî ziman ku Hegseth di hevdîtinê de gotina, “Ev hişyarkirina we ya dawî ye. Em texmîn dikin ka dê rêveberêya we çewa bersiv bide” hişyarêya herî dawî û micid kir.
Bi êrîşan hinceta mûdahaleyê tê çikirin an Îran peyam dide kurdan
Daxuyaniyên Rubîo û Barrack ên dîplomatîk bi daxuniyên Savaya û Sefareta Bexdayê derketin asta gef û hişyarêya müdahaleyê. Her wiha êrîşên di demên dawî de li ser çavkaniyên neftê yên li Herêma Kurdistanê nîşan dide ku li aliyekê ve jî bingeha van mûdaleyan tê avakirin. Her çiqas heta niha tu hêzan êrîşên li ser Xormor û deverên din ên Herêma Kurdistanê ne girtibe ser xwe jî DYA û Îsraîlê raste rast Îran û komên girêdayî îşaret kir. Komên siyasî yên li dijî Îranê jî bi awayek nepenî Îranê wekî navnîşana êrîşan nîşan dide.
‘Vê carê dê operasyona tunekirinê bê meşandin’
Derbarê vê mijarê de rojnameya Şark’l Avsat cih da daxurandinek li ser peyamên DYAyê û daxuyand ku peyam polîtîkaya nû ya DYAyê ya li hemberî ‘bandora Îranê’ nîşan dide. Di heman dahurandinê de Serokê Navenda Nêrînên Siyasî Dr. Îhsan eş Şamarî diyar dike ku êdî hêzên çekdar bûne hedefa DYAyê û vê tespîdê dike: “An dê çekan berdin an jî dê rastî operasyona DYAyê bên.” Şamarî bi bîr dixe ku heta niha gelek caran DYAyê êrîş kirine lê vê carê dê bi armanca tunekirinê pêk bîne. Şamarî bale dikişîne ser Haşdî Şabî û bi taybetî komên herî bi hêz ên di bin baneya vê organizasyona çekdarî yên bi navên Kataîb Seyyîd eş Şûheda, Kataîb Hîzbullah û Nuceba.
Hikûmeta Iraqê bi van koman re hevdîtinên çek danînê dimeşîne
Li gorî nirxandin û nûçeyên çapemeniya ereb Hikûmeta Iraqê li ser hişyariyên DYAyê ev demek e bi komên çekdar re ji bo çek danînê hevdîtinan dike. Hat ezanîn ku komên çekdar ji bi şertê ku DYA ji Îraqê vekişe dê çek danên. Ev daxwaz jî di çapemeniyê de wekî daxwaza Îranê tê nîqaşkirin.
Îsraîl ji bo müdahaleye zorê dide DYAyê
Li gorî analîstan mîmarê vê siyaseta DYAyê daxwaz û armancên Îsraîlê ne. Di demek Îran ev qas zeîfbûyî de Îsraîl dixwaze piştî Hamas, Hîzbûllaha Libnanê û Sûriyeyê li Iraqê jî komên girêdayî Tehranê ji holê rake û bandora wê ya li herêmê bîne asta herî jêr. Rojnameya Maarîv a Îsraîlê jî dahurandinek li ser mijarê weşand û cih da daxuyaniyên Serfermandarê Artêşa Iraqê Sabît el Abbasî. Di rojnameyê de hate daxuyandin ku Mossadê rapek li ser ‘talûkeya û amadekariyên êrîşan ên komên girêdayî Îranê yên li hemberî Îsraîlê’ pêşkêşî Hikûmeta Îsraîlê kiriye. Di nûçeya rojnameyê de ev agahî hatîbûn dayîn: “Îranê çavkaniyên aborî û çekan ên mezin radestî komên terorîst ên girêdayî xwe kiriye û fermana amadekarêya êrişên li dijî Îsraîlê dayiye. Ev talûkeyek li hemberî eniya hundirîn û Îsraîlê ye.”
Gelo deswerdana DYAyê teqez e?
Pêşketinên li Iraqê, peyamên DYAyê yên dîplomatîk, serdanên nûnerên Trump û peyamên wan ên tijî gef nîşaneyên siyasetek nû ya destwerdanê ye. Polîtîkayên Îsraîlê û peyamên wê jî di heman çarçoveyê de teşe digirin. Ev yek jî dibe sedema pirsa, “Gelo destwerdana DYAyê ya li hemberî Haşdî Şabî teqez e?” tîne rojevê. Daneyên heyîn nîşan didin ku îhtîmala mûdahaleyek li hemberî Haşdî Şabî pir bilind e û biryara ê hatiye dayîn. Agahiya wê ji di asta Serokwezîr Sûdanî, Serfermandarê Artêşê Abbasî re bi awayek zelal hatiye dayîn.
DYAyê leşkerên xwe ji Iraqê vekişandin Herêma Kurdistanê
Di 26ê Mijdarê de Artêşa DYAyê hemû hêzên xwe yên li baregehên Iraqê ji nişkave kişandin baregehên Herêma Kurdistanê. Serfermandarê Artêşa Iraqê Abbsî di heman rojê de ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku DYAyê hemû hêzên xwe ji Iraqê kişandine Herêma Kurdistanê û tenê çend wezîfedar li Sefareta Bexdayê mane. Her çiqas biryara DYAyê heye ku heta dawiya 2025an tevahiya leşkerên xwe ji Îraqê bikişîne jî zû derketina wê mîna amadekarêya operasyona li hemberî Haşdî Şabî hate nîrxandin.
Hemleya Îranê: Kurdistana û Hûzistan
Li hemberî hemleyên DYA û Îsraîlê çav li helwesta Îranê ne. Li gorî pisporan Îran zû bi zû naxwaze dest ji komên çekdarî berde. Lê ji ber ku zêde hemleyek bike jî nema ye, lê li hemberî derketina leşkerên DYAyê ji Iraqê dê danîna çekan qebûl bike. Li gorî çavkaniyên Hikûmeta Iraqê ji çapemeniyê re hatin gotin ev daxwaz ji hêla Sûdanî re ji Tom Barrack re hatiye ragihandin. Heman çavkanî diyar dikin ku DYA vê bijartekê neyînî nabîne lê Îsraîl di vî warî de nerazî ye. Li aliyê din Îran dixwaze peyamek gerim bide kurdan jî. Bi vê armancê Serfermandarê Hêzên Behrî yê Îranê du roj berî niha keştiyek venêrandina behrê bi navê Kurdistanê daxist avê û destnîşan kir ku dê navê keştiya din jî dê Hûzîstan be ku eyaleta ereba lê dijîn e. Li hemberî amadekarî û gefên DYA û Îsraîlê yên hişk, hemleyên Îranê yên sivik dê çi encam bidin ne diyar e. Lê nêrîna serwer ew e ku Îran ji ber pirsgirêkên hundirîn û rewşa di nav de dê zêde bersivek micid nede.
Berdewamkirina pêvajoya dizyanê dê bandorek çewa li Kurdistanê bike?
Amadekariyên DYA û Îsraîlê nîşan dide ku destwerdana li Rojhilata Navîn dê berdewam bike. Pêşketinên Iraqê dê bandorê li dengeyên nû bike. Lige Îran û Tiirkiyeyê, bi taybetî ji ber leşkerên DYAyê yên li Herêma Kurdistanê û Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd û têkoşîna azadiyê jî dê bandor bibîne. Her wiha heman pêşketin dê tesîrê li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratî’ jî bike. Bi vê boneye demek germ, bi avantaj û dezavantajî li benda Kurdan û cîranên wan e. Lê pêşketinên sala dawî nîşan da ku yên kurdan nas bikin dê serbikevin ên Kurdan înkar bikin jî dê winda bikin.













