Raportora Taybet a NYyê ya Îranê Maî Satoyê bal kişand ser şideta hêzên rejîmê ya di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de û diyar kir ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. Maî Satoyê bang li hikûmeta Tehranê kir ku li dijî azadiya raman û îfadeyê rêzdar be.
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê, Maî Satoyê, derbarê xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û fikarên xwe yên ji bo zêdebûna tundûtûjiyê anî ziman. Satoyê diyar kir ku wê raporên pêbawer wergirtine ku di xwepêşandanên dawî de herî kêm heşt kesan jiyana xwe ji dest daye.
‘Mirina mirovan ji bo me dibe sedemên fikaran’
Mîa Satoyê di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de weşand de got ku ew xwepêşandanan ji nêz ve dişopîne û raporên ku nîşan didin pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de zêde dibin û li seranserê welêt belav dibin wergirtine. Satoyê da zanîn ku mirina însanan ji bo me dibe sedemên fikaran.
‘Divê ji azadiya raman û îfadeyê re rêz bê girtin’
Maî Satoyê bang ji rayedarên Îranê re kir û diyar kir ku divê rêz li azadiya raman û îfadeyê, her wiha mafên kombûn û rêxistinbûna aştiyane were girtin. Sato her wiha teqez kir ku divê hêzên ewlehiyê ji bikaranîna hêza zêde li dijî xwepêşanderan dûr bisekinin.
Serhildana jin jiyan azadî
Satoyê di daxuyaniya xwe de şideta dijwar a ku di serhildana “Jin jiyan azadî” ya 2022an de qewimî bi bîr xist û teqez kir ku divê binpêkirinên mafan yên bi vî rengî careke din çênebin. Satoyê diyar kir ku qadeke sivîl, çalak û azad ji bo her civakê pir girîng e û got ku mafê mirovan heye ku daxwaz û bertekên xwe bêyî tirsa tolhildanê îfade bikin û ev mafekî bingehîn e.













