Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de rewşa Îranê bi awayek berfireh dinirxîne. Abdullah Ocalan dibêje ku Îran an dê çareseriya modernîteya demokratîk qebûl bike û bibe navende kêşewer an jî dê di çareseriya netew dewletî de israr bike û bi neçarî parçe bibe.
Şerê di navbera Îsraîl, DYA û Îranê de destpêkirî di roja 9emîn de berdewam dike. Bi destpêkirina şer heta niha her du alî jî hewil didin şerê xwe rewa nîşan bidin û ji bo vê serî li têgih û sembolên dîrokî û olî didin. Berovajî angaşt û gotinên her dua liyan jî rastiya derdikeve holê zêdebûna şer, mirin, koçberî û kûrbûna qeyrana Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn dema şer, pevçûn û qeyran tê nîqaşkirin Kurdistan û gelê Kurd wekî hêmanek sereke derdikeve pêş û çav li nirxandin û tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digerin. Bi şerê Îsraîl, DYA û Îranê re jî tişta herî zêde tê meraqkirin nêrîn û gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê Îranê de ne. Abdullah Ocalan di rêze pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk: Li Rojhilata Navîn Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk de nirxandin, tespît û şîroveyên girîng dike.
Rola pêşengiyê ya Kurdan e
Abdullah Ocalan di pirtûkê de çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê û bi taybetî Rojhilata Navîn wekî pergala konfederalîst peşkeş dike. Li ser vî esasî jî wekî gelek di nav çar netew dewletên li herêmê de hatiye perçekirin pêşengiya demokrasiyê dide gelê Kurd.
‘Dîrokê azadiya Kurdan û herêmê bi hev re girêdaye’
Abdullah Ocalan sedema vê yekê jî wiha vedibêje: “Avakirina neteweya demokratîk a li ser bingehê nasnameyên pirneteweyî, li hember binketina netew dewletê çareseriyekî ideal e. Ev model dikare ji bo hemû pirsgirêkên neteweyî û yên kêmneteweyî yên Rojhilata Navîn jî bibe modeleke çareseriyê. Kişandina neteweyên cîran ber bi vê modele ve dê qedera Rojhilata Navîn biguherîne û dê wekî alternatîfek şansê modernîteya demokratîk bêtir bi hêz bike. Dîrokê Kurdistan û Kurdan anîne astek wisa ku qedera azadî, wekhevî û demokratîkbûna wan û ya herêmê bi hev re girêdaye.”
‘Çavkaniya pirsgirêkên Îranê hişmendiya modernîteya kapîtalîst e’
Abdullah Ocalan di pirtûkê de beşekê ji Îranê re jî vediqetîne. Di pirtûkê de tê destnîşan kirin ku pirsgirêkên civaka neteweya Fars an Îranê çavkaniya xwe ji şaristaniyên dîrokî û ji hewildanên modernîteya kapitalîst a du sedsalên dawî digire. Kevneşopiyek şaristaniyê ku ji sê cureyên îdeolojiya rahîbên Sûmer tesîr girtî li Îranê heye. Ligel ku kevneşopiya Zerduştî û Mîtrayî nasnameya Îranê ya resen pêk tîne jî, ev yek ji hêla varyantên Îslamî ve hatiye bêbandorkirin.”
‘Rejîmek despotîk bi hosteyî rêve dibe’
Abdullah Ocalan balê dikişîne ser hewldanên Manî û wiha dibêje: “Îranê kevneşopiya Îslamiyetê veguherande mezhebê Şîa û wekî îdeolojiya herî dawî ya şaristaniyê adapte kir. Di roja me de bi hewildana modernbûnê hêmanên modernîteya kapîtalîts di parzûna Şîatiyê de derbas dike. Di jiyanê modernîteya kapîtalîst esas digire lê dema kêrî berjewendiyên wê tê xwe wekî dijberê modernîteya kapîtalîst jî nîşan dide. Pêşketinên şoreşgerî û demokratîk di nav kevneşopiya çanda şaristanî de dihelîne û di vê mijarê de hoste ye.” Di pirtûkê de tê nivîsandin ku Îran, rejîmek despotîk gelek bi hosteyî rêve dibe û balê dikişîne ser van xalan: “Dewleta hundirê wê herî zêde bi nakok û rageşî ya herê pêş a Rojhilata Navîn e.”
‘Şêwazek despotîk ê zirav dimeşîne’
Li ser civaka Îranê jî Abdullah Ocalan bi bîr dixe ku civaka Îranê hem di aliye etnîkî û hem jî di aliyê nasnameyê de civakek pir nasnameyî ye. Abdullah Ocalan wiha dinivîse: “Malovaniya tevahiya nasnameyên neteweyî û olî yên Rojhilata Navîn dike. Hewil dide bi hegemonyayek îdolojîk a nijadî û olî van nasnameyan tevan bike yek lê zehmetiyê dikişîne. Şêwazek nijadperestî û olî ya gelek zirav dimeşîne.”
‘Ji têkçûnê re gelek mûsaîd e’
Abdullah Ocalan teşeya rejîmê jî dihahûrîne û wiha dibêje: “Hatiniyên petrolê hind rageşiyan kêm dike lê netew dewleta Îranê wekî hebûn ji belavbûnê re mûsaîd e. Di vir de nakokiyên wê yên bi seraktorê modernîneta kapîtalîst, hegemontiya DYA-YEyê re jî gelek bandorker e.”
Ligel israra navendîbûnê jî Îranek federal dijî
Li ser çareseriyê jî Abdullah Ocalan destnîşan dike ku ger çareseriya modernîteya demokratîk bi awayek baş bê bi cihanîn dê encamên gelek girîng bide û wiha dibêje: “Ligel hemû hewildanên navendîbûnê jî di asta herêmî de Îranek federal dijî. Ger hêmanên şaristaniya demokratîk û hêmanên federalist (Azerî, Kurd, Ereb, Belûcî, Tirkmen) bigihin hev dê Konfederasyona Demokratîk a Îranê watedar be.”
‘Îran dikare bibe navendek kêşewer’
Abdullah Ocalan diyar dike ku pêkhateya konfederal pêk bê, Îran dikare bibe navendek kêşewer û van pêşniyaran dike: “Di çarçoveya vê projeye de dê rolek girîng a tevgera jinên azad û kevneşopiyên komînal jî hebe. Pêşeroja Îranê û cardin bi destxistina rola xwe ya dîrokî tenê dikare bi lihevhatina hêmanên modernîteya demokratîk (civaka demokratîk, ekonomik û ekolojik) û bi hewildanek li ser vî esasî pêkan e. Ji berk u potansiyela civaka neteweyî ya Îranê têra xwe bi hêz e, rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî çareseriyek wiha pêwist dike.”
Îran di dîrokê de her wekî federasyonekê bûye
Di pirtûkê de Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di tevahiya dîrokê de Îran her tim wekî federasyonekê bûye û van nirxandinan dike: “Niha jî dabeşî çar eyaletên mezin bûye. Ji ber vê yekê dê Federasyona Demokratîk a Îranê zêde zehmet nebe. Dibe dewleta li Rojhilata Navîn herî zû darbesî federasyonê bibe. Hebûna federeyi ya qismî dikare niha jî bi awayek şênber û makezagonî bibe.”
Îran demokratîk nebe dê parçe bibe
Abdullah Ocalan diyar dike ku du rê li pêşiya Îranê hene û wiha dinivîse: “Îran hem di aliye Asyaya Navîn û Kafkasyayê û hem jî di aliye Rojhilata Navîn de bêbandor namîne. Îran dikare bi afirandina çareseriyek berfireh a li ser esasê Îslama demokratîk pêk bîne. Dê bikaribe viya bike an na, mijara nîqaşê ye. Ku sernekeve dê vegere pergalek hindî diçe hişkbawer dibe. Dawiya vê yekê jî perçebûn e. Lê netewperestî bi awayek radîkal parçe nabe.”
‘Di qedera Îranê de yekîtiyek federatîf heye’
Derbarê pêşeroja Îranê de jî Abdullah Ocalan dide zanîn ku di qedera Îranê de yekîtiya demokratîk û hemdem a federatîf wekî alternatîfek din xuya dike. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ger ku Îranek demokratîk pêşnekeve, di dema dirêj de tişta pêk bê, dê Federasyona Demokratîk a Îranê ya hemdem be. Di dema dirêj de ev alternatîf îhtîmala xurt e.













