Endamê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Mîthat Sancar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye, “Qonaxa yekem qediya. Ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye.”
Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di Îlke TV de nirxandin kir.
Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re gotiye, “Ev hevdîtin civîna destpêka entegrasyonê ye.” Sancar derbarê hevdîtinê de wiha got: “Civîn nêzîkî 3 saetan dom kir. Hinekî 3 saetan derbas kir. Civînek tijî bû. Ji xwe Birêz Ocalan ji berê ve rojevên xwe diyar dike. Ew bi gelemperî mijarên ku em ê nîqaş bikin bi 10 xalan destnîşan dike û civîn di wê çarçovê de berdewam dike. Civînek girîng bû. Ocalan got, ‘Ev civîn têketina entegrasyona demokratîk e’. Piştre vegot. Dema ku serdema 16 mehan pêvajoyê bi kurtî nirxdan, got, ‘Qonaxa yekem bi dawî bû. Qonaxa yekem bi biryara bidawîkirina hebûna rêxistinî û têkoşîna çekdarî ve girêdayî bû. Esasê qonaxa yekem fesihkirina PKKê û danîna çekan bû. Ev biryarek stratejîk e’. Pir caran vê îfadeyê, hem ji bo xwe û hem jî ji bo rêxistinê bi kar tîne. Ocalan got, ‘Ev di aliyê min de biryarek stratejîk e’. Ocalan got, ‘Me di qonaxa yekem de ji bo vê yekê gavên girîng avêtin.’ Ocalan got, ‘Em derbasî qonaxa duyemîn bûne û em ê li ser aliyê entegrasyonê ku mijara herî girîng a vê qonaxa duyemîn e nîqaş bikin. Em ê vê bi we re nîqaş bikin’. Axaftin wiha dest pê kir. Kêm û zêde di vê çarçovê de berdewam kir. Wî li ser rêya giştî ya ku divê di qonaxa duyemîn de were şopandin nîqaş kir.”
‘Ocalan rêya tekane wekî diyalogê nîşan da’
Sancar di nirxandina xwe ya li ser nîqaşên entegrasyonê yên bi Abdullah Ocalan re de diyar kir ku mijara sereke ya pêvajoya li Tirkiyeyê ev rojevê bû, lê pêşketinên li Sûriyeyê jî di bin vê sernavê de hatin nîqaşkirin. Sancar bi bîr xist ku Abdullah Ocalan berê gotibû ku pêşniyara wî ya çareseriya ji bo Sûriyeyê “entegrasyona demokratîk” e û tekez kir ku tevî nakokiyan jî, pêvajoyên di navbera her du welatan de bi hev re ne. Sancar behsa pêşketinên li Sûriyeyê kir û diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina 17ê çileyê de diyar kir ku divê teqez pevçûn werin rawestandin û bal kişand ser vê yekê ku divê pirsgirêk bi rêya muzakereyê were çareserkirin. Ocalan hişyarî da ku ger êrîş zêde bibin, nemaze ger pevçûn ber bi rojhilatê Firatê ve biçe, ev dikare bibe sedema windahiyên girîng ên jiyanê û bêîstîqrariyê ku dê bi salan bidome. Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de rêya tekane diyalog û siyasetê dibîne û bi tundî hişyar kir ku wekî din herêm dê ber bi “serê kendalê” ve were kişandin.
Hişyariya ‘hêzên derveyî normê dikarin pêvajoyê xira bikin’
Sancar bi bîr xist ku Abdullah Ocalan, di hevdîtina 2yê kanûnê de, berî êrîşên li ser Helebê pêk were destnîşan kir ku îhtîmala pevçûna çekdarî kêm e, lê “hêzên derveyî normê” dikarin hewl bidin ku pêvajoyê sabote bikin û ev nirxandin kir: “Ev hêz dikarin li Sûriyeyê têkevin dewrê û li ser asta herêmî texrîbatan çêbikin û armanca sereke ev pêvajoyên aştiyê ya didome asteng bikin.”
‘Ocalan ji serê kendalê veguherand muzakereyan’
Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan peymana ku di 10ê Adarê de li Sûriyeyê pêk hat wekî çarçoveya bingehîn a muzakereyan dît û ev nêrîn bi rayedarên dewletê re jî parvekirine. Sancar anî ziman ku piştî 6ê çileyê fikarên cidî derketin holê û aktorên cûrbecûr di vegerandina muzakereyan de rol lîstin. Ocalan anî ziman ku di nav van aktoran de Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî hebûn û destnîşan kir ku aktorê sereke yê rola wî di nîqaşên giştî de bi giranî hatibû paşguhkirin Abdullah Ocalan bû. WSancar diyar kir ku Ocalan bi hewdanên pêvajoyê ji “serê kendalê” vegerand muzakereyê.
Sancar tekez kir ku têgeha entegrasyonê ne tenê tê wateya yekbûnek ji rêzê ye lê di heman demê de naskirina hebûn û mafan ne jî. Diyar kir ku divê encamên têkoşîna ku gelê Kurd li Rojava ligel civakên din daye di vê çarçoveyê de werin nirxandin.
Têkiliyên HSDê yên navneteweyî
Sancar got ku nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û gelê Kurd û civakên din ên li Sûriyeyê li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê têkiliyên cûrbecûr hebûn û van têkiliyan girîng dibîne. Destnîşan kir ku vegera ser maseyê dikare wekî yek ji nîşanên pêşîn ên beşdarbûna Kurd û HSDê wekî aktorek hevpar di pêşeroja Sûriyeyê de were şîrove kirin. Sancar bi lêv kir ku rewşa heyî ne tenê ji bo Rojava û Kurdan, lê di heman demê de ji bo tevahiya Sûriyeyê û herêmê jî girîng e.
‘Divê ji bo qonaxa duyemîn derfet bên afirandin’
Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo tevkariya pêvajoyê xwedî îradeyeke xurt e û bal kişand ser şert û mercên vê yekê: “Ocalan got, ‘Di vê mijarê de çi bikeve ser milê min ez ê bikim. Hêza min, teorîk û pratîkî heye. Lê ji bo vê hêzê bixin pratîkê divê derfet bên afirandin. Ne ji bo xwe; ji bo pêvajoyê, ji bo çareseriyê, ji bo ku em mîmariya qonaxa duyemîn biafirînin û pêş ve bibin, pêwîst e.” Sancar bi lêv kir ku di qonaxa ku niha pêvajoyê hatiyê û sereastkirinên ji bo şert û mercên jêveneger e û wiha domand: “Li ber giranî û girîngiya vê pêvajoyê, divê şert û mercên jiyan û ragihandina teqez bên baştirkirin. Ev jî wekî encama xwezayî ya pêvajoyê wê derkeve holê.”













