Şaxa OHDa Amedê serî li Wezareta Gihandin û Binesaziyê da. OHDê xwest ku êdî zimanê Kurdî li balafirgehan û di balafiran de were bikaranîn.
Xebatkerek şirketa rêya hewayî ya Pegasusê de di seferek Pegasûsê ya ji Stenbolê roja 10ê Hezîranê dihat Amedê li dijî zimanê Kurdî cihêkariyê kiribû. Nerazîbûnên li dijî vê cihêkariyê Pegasûsê berdewam dikin.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê ragihand ku wan li dijî vê cihêkariya li ser zimanê Kurdî serî li Wezareta Gihandin û Binesaziyê da ku zimanê Kurdî êdî li balafirgehan, anons û xizmetên netewî û navneteweyî de were bikaranîn.
OHDê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan serlêdan kiriye û ev daxuyanî belav kir: “Çend roj berê li gorî agahiyên li ser medyaya civakî; xebatkarek Pegasusê zimanê Kurdî ji bo rêwiyan wek zimanek qedexe hesibandibû û rêwîyên Kurd mexdûr kiribû. Kurdî; zimanek dîrokî, dewlemend e û zimanê bi milyonan kes e. Me wek OHDê serî li Wezaretê Gihandin û Binesazîyê da. Divê êdî zimanê Kurdî di balafirgehan, anons û xîzmetên netewî û navneteweyî de bê bikaranîn.”
Daxwaznameya serlêdanê wiha ye:
https://docs.google.com/document/d/1vBWlGIToLXaioQCZhGXubETQYrYBNC0w/edit?tab=t.0