• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Y.J.Ê.R: Destdirêjiya li Şengalê xizmeta çeteyên DAIŞê dike

    Y.J.Ê.R: Destdirêjiya li Şengalê xizmeta çeteyên DAIŞê dike

    Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

    Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

    Pervîn Buldan serdana Leyla Guven kir

    Pervîn Buldan serdana Leyla Guven kir

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

    Bakirhan: Ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe divê pêkanîna qeyiman bê bidawîkirin

    Bakirhan: Ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe divê pêkanîna qeyiman bê bidawîkirin

    Rojnameger Aktaş û siyasetmedar Yavuzel bi girseyî hatin bibîranîn

    Rojnameger Aktaş û siyasetmedar Yavuzel bi girseyî hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Y.J.Ê.R: Destdirêjiya li Şengalê xizmeta çeteyên DAIŞê dike

    Y.J.Ê.R: Destdirêjiya li Şengalê xizmeta çeteyên DAIŞê dike

    Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

    Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

    Pervîn Buldan serdana Leyla Guven kir

    Pervîn Buldan serdana Leyla Guven kir

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

    Bakirhan: Ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe divê pêkanîna qeyiman bê bidawîkirin

    Bakirhan: Ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe divê pêkanîna qeyiman bê bidawîkirin

    Rojnameger Aktaş û siyasetmedar Yavuzel bi girseyî hatin bibîranîn

    Rojnameger Aktaş û siyasetmedar Yavuzel bi girseyî hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Omer Ocalan: Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin dewlet neçare gavan biavêje

Fexredîn Kiliç - Ûgûr Dînler / AW

20 MIJDAR 2025 - 08:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê li Amedê tev li deklerasyona ji bo zimanê Kurdî bû got: “Dema ku Kurd bi awayekî xurt li ziman, nasname û hebûna xwe xwedî derkevin, li her derê bi zimanê xwe biaxivin, êdî dewlet jî dê mecbûr bimîne gavan biavêje.”

Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ji bo daxwazên gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de di 18ê Mijdarê de bi îmze û beşdarbûna 750 sazî, dezgeh, platform, partiyên siyasî û derdorên Kurd û demokratîk ên civakî yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li Amedê bi awayekî girseyî deklarasyoneke hevpar bi raya giştî re parve kir.

Parlamenter, hevşaredar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan saziyên pêkhateyên Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî, endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Divê zimanê Kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî, taybet û civakî yên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna ziman li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”

Yek ji kesên beşdarî ragihandina deklerasyona zimanê Kurdî bû jî parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bû. Omer Ocalan derbarê girîngiya deklerasyonê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Qedexe û bişaftin rûreşiya dewleta Tirkiyeyê ye’

Omer Ocalan diyar kir ku deklerasyon ji bo gelê Kurd gelek watedar e û wiha got: “750 sazî û dezgehên li vî welatî ji bo zimanê Kurdî helwesta xwe diyar kirin. Ev daxuyanî li Amedê hate lidarxistin ji bo gelê Kurd cihekî dîrokî û watedar e. Gelê Kurd weke miletekî şaristanî li vî welatî afirandiye, hezar sal in li ser vê erdnîgariyê dijî. Sed sal in jî li ser zimanê Kurdî qedexeyek, bişaftinek heye ev rû reşiya dewleta Tirkiyeyê ye. Divê êdî dewleta Tirkiyeyê xwe di ber çavan re derbas bike. Bi milyonan Kurd hene. Divê êdî qedexekirina zimanê Kurdî, asimilasyona li ser zimanê Kurdî were rawestandin. Em ê weke gelê Kurd ji bo zimanê xwe, ji bo nasname xwe tekoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Hebûn bi ziman û nasnameyê çêdibe’

Omer Ocalan bi lêv kir ku têkoşîna ziman ji bo gelê Kurd têkoşîneke pîroz û esasî ye û axaftina xwe wiha domand: “Divê her Kurdek ji zimanê xwe berpirsyar be. Çi kurmancî, çi dimilî, çi soranî û çi goranî be divê herkes li her derê nasnameya xwe û zimanê xwe biparêze. Hebûn bi ziman û nasnameyê çêdibe. Dema mirov hebûn, ziman û nasnameya xwe ji bîr bike. Nikare pêşeroja xwe diyar bike. Dîroka xwe jî ji bîr dike bêkok û bêwate dimîne. Ji ber wê em jî îro li vê derê bûn. Daxuyaniyeke pir bi qiymet hate dayîn. Divê em li her derê xwedî li vê daxuyaniyê derkevin.”

‘Astengkirina zimanê Kurdî ya li parlamentoyê kêmasiyeke mezin e’

Omer Ocalan bal kişand ser peyvên Kurdî yên di dema hevdîtinên budçeyê de ji girtekan hatin jêbirin û wiha pê de çû: “Qedexekirina zimanê Kurdî ya li parlamentoyê, derxistina zimanê Kurdî ya ji arşîvê rûreşiyek û kêmasiyeke mezin e. Divê êdî parlamentoya Tirkiyeyê jî xwe êdî biguherîne. Divê pêşerojê ji bo zimanê Kurdî û hebûn û azadiya Kurdan gelek gav werin avêtin. Lê niha Komara Tirkiyeyê siyaseta ku sed sal in li ser Kurdan dimeşîne dixwaze bi israr berdewam bike. Lê encamê nastîne. Sed sal in her cure siyaseta qirêj hate meşandin lê Kurdan winda nekir û zimanê xwe ji bîr nekir. Helbet bandora asîmîlasyonê çêbû lê dê ji niha û pêva Kurd bêtir li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin. Em parlamentoyê rexne dikin. Ji bo ku ev parlamento bibe parlamentoya Kurdan jî divê zimanê Kurdî jî li parlamentoyê were naskirin.”

‘Ya esasî ew ku gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve’

Omer Ocalan destnîşan kir ku divê dewlet di pêvajoyeke ku çareserkirina meseleya Kurdan tê axaftin de bi taybetî ji bo zimanê Kurdî gavan biavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê ji bo me ya esasî ew e ku gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Rast e li aliyekî siyaseta Tirkiyeyê li ser tunebûna zimanê Kurdî bi salan e berdewam dike, dibe ku pêşerojê jî berdewam bike. Dibe ku bixwaze zimanê Kurdî qels jî bike. Lê dema ku Kurd bi awayekî xurt li ziman, nasname û hebûna xwe xwedî derkevin li her derê zimanê xwe bikarbînin, êdî dewlet jî dê mecbûr bimîne gavan biavêje. Divê daxwaz ji aliyê Kurdan ve xurttir were kirin. Divê Kurd bêtir bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin. Kurdan merheleya herî mezin derbas kir. Ji niha û pê ve dê zimanê xwe û jiyana xwe ava bike.”

Etîket: 750 sazîÎnîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê KurdîOmer OcalanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

24 SIBAT 2026
Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

22 SIBAT 2026
Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

22 SIBAT 2026
ÎHDa Îzmîrê: Mafê perwerdehiya bi Kurdî mifteya aştiyê ye

ÎHDa Îzmîrê: Mafê perwerdehiya bi Kurdî mifteya aştiyê ye

21 SIBAT 2026
Pervîn Buldan: Ma do demêko nêzdî de şêrê Îmrali

Buldan: Ocalan naskirina ziman, nasname û çandê wekî şertê bingehîn dibîne

20 SIBAT 2026
Li Meclîsê cara yekem pêşnûmeyek Kirmanckî hate qebûlkirin

Li Meclîsê cara yekem pêşnûmeyek Kirmanckî hate qebûlkirin

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Aktan: Hin beşên dewletê naxwazin pêvajo serbikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Celo: Tirkiye û rayedarên Îraqê li ser êrişan li hev kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên sanayiya Wanê: Krîz û bacê pişta me şikand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbat ji bo hevdîtinê çûn Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (955)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne