Amed – ÎHD ji sala 1995an vir ve her sal di navbera 17-31ê Gulanê wekî Hefteya Windayan bibîr tîne. Sekreterê şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet pêwist e komisyona windayan bê avakirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 1995an vir ve her sal di navbera 17-31ê Gulanê wekî Hefteya Windayan bibîr tîne. ÎHD di vê hefteyê de cur bi cur çalakiyan li dar dixe û hewl dide ku mijara windayan bixe rojevê, bide lêpirsînkirin û kujerên windayan bide darizandin. Em bi boneya Hefteya Windayan bi Sekreterê Şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman re li ser têkoşîna ji bo akubeta bi hezaran kesên winda, pirsgirêk û astengiyên li pêş xebatên wan axivîn.
‘Windakirin rêbazeka rejîmên diktator e’
Sekreterê Şaxa ÎHDê Omer Saman da zanîn ku wendakirina bi zorê li hemû cîhanê wek rêbazekî ji aliyê Rejîmên faşist û dîktator ve hatiye bikar anîn û got: “Li Ewropayê Rejîma Nazîyan bikar anîye. Naziyan gelên berxwedêr li gelek bajarên Ewropayê kom kirin û nêzî 5.200 kes windakirin. Lê piştî 1960an em dikarin bêjin li Amerîkaya Başur dewletên ku bi rejîma diktatoryal ava bûne û şerên navxweyî, etnîkî meşandine bi awayekî sîstematîk ev rêbaz bikar anîne. Mînak wek Arjantîn, Şîlî, Uruguay. Lê mînaka herî berbiçav mirov dikare bêje Arjantîn e. Ji ber ku 30 hezarî zêdetir şoreşger û berxwedêr ji aliyê rejîmên tarî hatine revandin û gelek ji wan avêtine behrê, hîn jî nehatine dîtin.”
Omer Saman diyar kir ku li Tirkiyeyê jî ev polîtîkaya windakirinê yekem car li dijî rewşenbîrên Ermenîyan di sala 1915yan de bikar anîne û wiha domand: “Di sala 1915yan de nêzî 300 rewşenbîr û rêveberên Ermenî hatin revandin û wendakirin. Piştî Komara Tirkiyeyê ava bûye jî wek rewşenbîr Sebehattîn Alî hatiye wendakirin. Lê piştî darbeya 12ê Îlonê rejîmên leşkerî wendakirin wek sîstem bikar anî. Cemîl Kirbayir, Huseyîn Morsumbul û Hayrettîn Eren kesên ku wê demê hatine revandin û windakirin yên ku tên nasîn in. Lê wan deman nêzî 22kes hatine revandin. Piştî şerê ku li Kurdîstanê destpê kir Tirkiyeyê jî ev rêbaz li hember gelê Kurd bikar anî.”
Ekîbên Çîller û Gureş ên Kontra
Omer Saman bi lêv kir ku piştî şer li Kurdistanê zêde bû, gund hatin valakirin, kesên wekî Tansu Çîller, Dogan Gureş û ekîbên ku wan avakiribûn li Kurdîstanê gelek welatiyên Kurd revandin û wendakirin û wiha pê de çû: “Hinek ji wan cenazeyê wan hatin dîtin lê mixabin hê cenazeyên nehatine dîtin hene. Em jî wek Komeleya Mafên Mirovan hem navendî hem jî wek şaxên herêmê bi salan e em bi meseleya windayan re mijûl dibin. Li gorî tespîtên me nêzî 1500 winda di bin qeydan de hene. Ji van kesên ku hatine windakirin 20 kes zarok in û hê jî cenazeyên wan nehatine dîtin.”
‘Ez dixwazim birayê min xwedî gorekî be’
Omer Saman da zanîn ku saziyên mafên mirovan bi salan e ji bo aştîyeke bi rûmet kar dikin, xuya dike li Tirkîyeyê em hatine asteke nû,pêvajoyek nû hatîye destpêkirin û got: “Em jî bi baldarî vê pêvajoyê dişopînin û em bar digrin ser milê xwe ji ber ku aştiyeke bi rûmet ked dixwaze. Meseleya windayan jî meseleyeke herî girîng e, ji ber ku êşên nîvçemayî ne, şînên nîvçe mayî ne. Em her hefte bi malbatan re hevdîtnin çêdikin û malbat ji me re dibêjin; “Dê windayên me çi bibin?” Daxwazên İHDê û malbatan ew e ku pêşîya her tiştî pêwîst e komîsyon werin avakirin. Çawa kû em bêjin Birêz Bahçelî û Birêz Ocalan bangawazî kirin û di meclîsê de komîsyon bên avakirin piştî vê pêwîst e em komîsyonên taybet jî avabikin. Gorên komî, kesên wenda, girtîyên nexweş, kesên penaber bûne, gelek astên vê meseleyê hene. Vî şerî bandorên gelek mezin li ser civakê kirine. Gere komisyona windayan an jî komisyona heqîqetê were avakirin. Ev komîsyon ji kesên pispor, ji kesên ku di van qadan de xebat meşandine, nûnerên saziyên sivîl û ji malbatan pêk were. Xaleke herî girîng jî divê Tirkîye peymana navneteweyî ya derheqê windayan de îmza bike. Li dinyayê 97 welatan ev peyman îmze kirîye lê Tirkiyeyê îmze nekirîye. Piştî vê divê kesên wenda bên dîtin. Mînak; Dayika Ayfer dibêje: “Ez birayê xwe dixwazim, ez dixwazim birayê min xwedîyê gor be.” Daxwazên van însanan gelekî însanî ne.Gere arşiv bên vekirin, akubeta van însanan were aşkerekirin. Kesên ku li ser navê dewletê ev sûc kirine gere werin darizandin. Ji ber ku aştiyeke heqîqî û bi rûmet encax bi vî awayî dikare bê avakirin. Gere zirara malbatan hem ya madî hem ya manewî bê dayîn.”
‘Divê muzexaneyên bîrê bên avakirin’
Omer Saman herî dawî bibîr xist ku ji bo ku aştiyeke bi rûmet avabibe gelek gavên din jî lazim in û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku ev ji 40 salan zêdetir e şerek heye, vî şerî gelek bandor li ser civakê kiriye. Lê pirsgirêka Kurd 100 sal in heye, divê nasnameya Kurdan were qebûlkirin û fermiyeteke wê hebe. Ji bo ku ev sûcên li hember mirovahiyê hatine kirin, dubarenebin gere civak hişyar be. Ji bo hişyarbûna civakê jî hin tişt lazim in; wek muzexaneyên bîrê, muzexaneyên sûcê bên avakirin. gel jî biçe li wan mukzexaneyan bigere, zanibe ku civakê çi êş kişandine. Wekî din divê ev meseleya windayan û sûcên şer di müfredata dibistan û zaningehan de cih bigre. Civakeke di nav aştiyê de encax dikare li ser rastiyan bê avakirin.”