• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kujeran berdidin siyasetmedaran digirin

    Kujeran berdidin siyasetmedaran digirin

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê ÇILEYA 2026an

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rojnameger Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kujeran berdidin siyasetmedaran digirin

    Kujeran berdidin siyasetmedaran digirin

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê ÇILEYA 2026an

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rojnameger Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

Nedîm Oruç / AW

1 COTMEH 2025 - 08:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Artêşa Tirk li gel ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome jî dîsa li gelek herêman operasyonên leşkerî didomîne. Parlementer Zekî Îrmez derbarê operasyonên leşkerî de diyar kir ku ev operasyon dê zirarê bide pêvajoya aştiyê.

Li ser banga Serokê MHPê Dewlet Bahçelî û bersivdayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Heya roja îro gelek bûyer û geşedan di vê pêvajoyê de rû dan. Her çiqas PKKê di kongreya xwe ya 12emîn de biryara xwefesixkirinê dabe jî operasyonên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê û li hin deverên bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Li Feraşînê operasyona leşkerî

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê jî dem bi dem van operasyonên xwe di rûpelên we yên fermî de parve dike. Li gor agahiyên çavkaniyan dane artêşa Tirk herî dawî li Herêma Feraşînê jî operasyonek bejahî pêk aniye û derbarê vê operasyonê de parvekirinek an jî bi raya giştî re agahiyek nehatiye parvekirin. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku roja 14ê Îlonê ji navçeya Elkê ya Şirnex hêzên artêşa Tirk çûne girewarên gundên Tangaxana û Melîxa û operasyonek li dar xistine. Derbarê encama vê operasyonê de ji ber ku çûna herêmê qedexe ye agahiyên berfireh nehatine wergirtin.

Li Bagokê tevgera leşkerî

Her wiha li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; di 29ê Îlonê de li Çiyayê Bagokê tevgerek ya leşkerî pêk hatiye. Çavkaniyên ji herêmê me xwe gihandiye wan, dan zanîn ku ev tevgera leşkerî weke operasyonekî pêk hatiye û li derdora gundê Marînê yê di nava Çiyayê Bagokê de ye heya derengiya şeve berdewam kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe pesnê operasyonên xwe dide

Di 27ê meha îlonê de Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di ser hesaba xwe ya Xê parvekirinek kiriye û dibêje wan li bajarên weke Amed, Agirî, Wan, Çewlîk, Êlih, Çewlîk, Sêrt, Colemêrg û Şirnex gelek operasyonên lêgerînê pêk anîne. Yerlîkaya di vê parvekirina xwe de qala herêmên operasyonê lê hatine kirin nake lê dibêje ku di van operasyonên lêgerînê de gelek cebilxane hatine bidestxistin. Her wiha Yerlîkaya di vê parvekirina xwe de pesnên artêşa tirk dike û dibêje operasyon ê berdewam bikin.

‘Li dijî pêvajoyê provokasyon e’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez derbarê operasyonên artêşa Tirk de got ku dibe di encama ji van operasyonan de provakasyonek derkeve holê û ev yek dê zirarek gelek mezin bide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Parlamenter Îrmez derbarê operasyonên pêk têde bûyera 2015an li Serêkaniyê pêk hatibû û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dabû bi bîr xist û wiha got: “Dema ev bûyer li Serêkaniyê pêk dihat cardin pêvajoyek aştiyê dihat meşandin û piştî mirina van polîsan Erdogan derket got wan pêvajo xistiye sarincê de. Ev bûyer bû sedem ku di 10 salên dawîn de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin.”

‘Divê dewlet ragihîne ku ew operasyonan pêk nayînin’

Îrmez bi lêv kir ku ger di encama operasyonên artêşa Tirk pêk tîne de ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd an ji aliyê artêşa Tirk windayî pêk bên zerarek zêde bide pêvajoya niha û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demoktatîk heya niha dewleta Tirk operasyonên xwe berdewam dike. Ev yek fikarekî têxe nava gelê me. Divê dewlet ji bo rawestandina operasyonan ji raya giştî re daxuyaniyekî bide ku ew êdî operasyonan pêk naînin. Dibe ku ev operasyon bibe sedema provakasyonan jî, an jî hin hêzên ku dixwazin pêvajo sernekeve provakasyonan derxînin. Di encama van operasyonan ji aliyekî mirin çêbibin ev yek ê zirarek zêde bide pêvajoyê û dibe ku pêvajoyê bixetimîne.”

Divê dewlet lez bide pêvajoyê

Îrmez destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bibe divê dewlet van operasyonan rawestîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan jî di axaftinên xwe de diyar dike ku hin alî li hember pêvajoyê ne. Em jî bang li dewletê dikin ku gavên şênber biavêjin ku ev pêvajo bigehe encamekî. Divê dewlet lez bide avêtina gavên ji bo pêvajoyê. Encax bi vî awayî em ê bikaribin vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê.”

 

Etîket: Abdullah OcalanArtêşa TirkMehmet Zekî Îrmezoperasyonoperasyonên leşkerîpêvajopkk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

31 KANÛN 2025
Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

30 KANÛN 2025
Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

30 KANÛN 2025
Saziyên Zimanê Kurdî: Azadiya Rêber Ocalan azadiya zimanê Kurdî ye

Saziyên Zimanê Kurdî: Azadiya Rêber Ocalan azadiya zimanê Kurdî ye

30 KANÛN 2025
Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

Abdullah Ocalan: Sala nû bila bibe sala aştî û demokratîkbûyînê

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (4)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne