Weşanên Zanîngeha Oxfordê pirtûka zaravayên Kurdî ya Ingilîzî amade kiriye bi navê “The Oxford Handbook of Kurdish Linguistics” (Pirtûka Dest a Zimanzaniyê ya Kurdî) çap kir. Pirtûk dê li ser platformên dijîtal bêpere werin daxistin. Pirtûk wek kaxiz jî hate çapkirin.
Pirtûka bi ser zimanê Kurdî ya Oxfordê amade kiriye ku yek ji pirtûkên herî berfireh a akademîk tê nirxandin, hat weşandin. Pirtûk bi edîtoriya Jaffer Sheyholislami, Geoffrey Haig, Haidar Khezri, Salih Akin ve Ergîn Opengîn hate amadekirin. Pirtûk bi giştî 656 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de derbarê her şeş zaravayên bingehîn ên Kurdî bi awayeke berfireh û nûjenkirî analîz hene. Xebata ku şêwazên morfosentaksê yên nûjen di nava xwe dihewîne û di vê hêlê de wek çavkaniyek berfireh tê hesibandin.
Derbarê zimanê Kurdî analîzên berfireh
Di pirtûkê de bingeha rêzimana Kurdî, çawaniya rêzimanê, cudahiyên di navbera zaravayan û pêşketina ziman a dîrokî tê destgirtin. Herwiha di serî de ji Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava lêkolînên gelek kesên li cihê ku Kurdî lê tê axaftin û gelek navendên akademîk ên cîhanê keda lêkolîneran di pirtûkê de heye.
Derbarê nexşeyên ziman de şîroveyên nû
Di çavkaniya hatiye weşandin de ji mijarên herî balkêş yek jî şîroveyên nû yên li ser nexşeya ziman e. Xebat, ziman ne tenê girêdayî erdnîgariyê di heman demê de çawaniya avabûna wê ya dîrokî ve jî vedibêje.
Bikaranîna Kurdî ya li dîasporayê
Di pirtûkê de gotûbêjên zimanzanên li Kanada, Almanya, Swêd, Ingîlîstan, û DYAyê yên ser Kurdî hîndekariyê dikin jî hene.
Hêsaniya xwegihandinê
Pirtûk di çarçoveya lîsansa CC BY-NC-ND 4.0an ji şopîneran re hate weşandin. Pirtûk bi vî awayî hem dê wek pêpere were daxistin û xwendin. Pirtûk wek çapkirî jî ji 208 dolaran tê firotin.







