• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hikûmeta Şamê agirbest binpe kir û êrîşî Siwêda kir

    Li Siwêdayê şer û bombebaran: Hêzên Hikûmeta Demkî êrişî girtîgehê kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

    Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

    Îsraîl û DYA Sineye giran bombebaran kenê

    Li Besra û Mûsilê êrîşên bi balafirên bêmirov: Depo bûn hedef

    Ver bi Amara rayîrşîyayîşo girseyî dest pêkerd

    Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hikûmeta Şamê agirbest binpe kir û êrîşî Siwêda kir

    Li Siwêdayê şer û bombebaran: Hêzên Hikûmeta Demkî êrişî girtîgehê kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

    Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

    Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

    Îsraîl û DYA Sineye giran bombebaran kenê

    Li Besra û Mûsilê êrîşên bi balafirên bêmirov: Depo bûn hedef

    Ver bi Amara rayîrşîyayîşo girseyî dest pêkerd

    Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

    Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘rojbûnê’ amade ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Panela ÎHDê: Bîr di nava jiyanê de ye

Amed / AW

24 TÎRMEH 2025 - 20:18
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxa îHDê ya Amedê li ser şer, bîr û aştiyê panel li dar xist. Di panelê de wiha hat gotin: “Divê berpirsiyarê wan bûyeran efûya xwe bixwaze û ji bo avakirinê her tiştî bike. Paşê heqîqet dê derkevê holê. Bîr di nava jiyanê de ye.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi sernavê “Çavderiya 10 salan a şer, bîr û aştî” li Navenda Kongereyê ÇandAmedê navçeya Sûrê panel li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, endam û rêveberên ÎHDê, rêveberên saziyên civakî û gelek kes tev li panelê bûn.

Destpêka peyama Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn hate xwendi. Eren Keskîn ji ber ew ne li wir xemgîniya xwe anî ziman. Di peyama Eren Keskîn de ev tişt hatin parvekirin: “Di serî de ez her kesî silav dikim. Îro min dixwest ez di nava wan de bim. Lê mixabin ji ber ku ez ê herim mêrasîma Emîne Ocak ez nikarim di nava wan de bim. Bîr, çavkanî ji bo aştiyê gelek girîng e. ÎHD ji bo aştiyê dê her dem li vir be.”

‘Civaka sivîl nekarî tev li pêvajoya 2013an bibe’

Piştre endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Yusuf Erdogan axivî. Yusuf Erdogan bimbîr xist ku dema ÎHD hat avakirin gelek şer hebû û wiha axivî: “Wê demê rêxistinên civakî li dijî binpêkirina mafê mirovan xebatên xwe berdewam dikirin. Piştî salên dirêj pêvajoya di sala 2013an dest pê kir. Di nava gel de hêviya aştiyê geş bû. Lê civaka sivîl zêde nekarî tev li pêvajoyê bibe. Pêvajo xirabû û dîsa şer dest pê kir. Ji bo şer bisekine ÎHD ket di nava hewldanê lê hat astengkirin. Îro jî pêvajoyek nû hatiye destpêkirin. Lê heman sazî ji bo aştiyê destê xwe dixe di bin bar de. Divê ev bê guherandin. ÎHD her dem ji bo aştiyê li vir bû, ji bo aştiyê her tişt kir.”

‘Bîr di nava jiyanê de ye’

Paşê Serokê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Metîn Bakalci li ser mijara “Di dema şer de giringiya avakirina bîrê” pêşkêşiyek kir. Metîn Bakalci diyar kir ku eger ew bikarin êşa xwe derman bikin bîr jî dê baş bin û wiha got: “Mijara bîr gelek girîng e. Emîne Ocak 17ê Gulanê ji bo zarokê xwe dest bi çalakiyê kir. Piştî ewqas kes hat windakirin 86 doz hat vekirin. Di nava wan de doza yek kesî ya “Nezîr Tekçî” gihîşt sala 2025an. Lê ev doz jî paşê hat girtin. Piştî pêvajoya di sala 2013 û 2015an de xirabû gelek kes hatin kuştin. Divê berpirsiyarê wan bûyeran efûya xwe bixwaze û ji bo avakirinê her tiştî bike. Paşê heqîqet dê derkevê holê. Bîr di nava jiyanê de ye.”

Çîroka 12 kesan…

Di dawiyê denivîskar Serdar Korucu li ser mijara “Di pêvajoya pevçûnan de çavkanî” axivî. Serdar Korucu qala pirtûka xwe ya “Ew şîn xilas nabe (Bu yas bitmez)” kir. Serdar Korucu destnîşan kir ku gotina kujer di nava me de ye gelek girîng e û wiha axivî: “Dema ku min li kuçek Stenbolê dirûşmeya “Em operasyon naxwazin, qetlîam dixwazin” min bihîst min biryara pirtûkê da. Di nava pirtûke de çîroka 12 kesên ku xizmên xwe windakirine heye.”

Panel bi pirs û bersivan dawî bû.

Etîket: AmedÎHDPanel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ÎHDê banga berdana girtiyên nexweş

Ji ÎHDê banga berdana girtiyên nexweş

3 NÎSAN 2026
4ê Nîsanê li Amedê hat pîrozkirin

4ê Nîsanê li Amedê hat pîrozkirin

2 NÎSAN 2026
Hasîp Avşar piştî 32 salan hate tahliyekirin

Hasîp Avşar piştî 32 salan hate tahliyekirin

2 NÎSAN 2026
Li Amedê pêşengeha çandî û ekolojîk hat vekirin

Li Amedê pêşengeha çandî û ekolojîk hat vekirin

29 ADAR 2026
Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

28 ADAR 2026
Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê derxistina zagonan heta Hezîranê biqede

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Amara bi coşeke mezin bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi dimenên dronê mîhrîcana rojbûna Rêberê Gelê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan Festîvala Amarayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bavê nivîskara Azadiya Welat jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (153)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne