• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parastina rojnamegeran erka hemû kesan e

Navenda Nûçeyan / AW

25 KANÛN 2024 - 17:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MKG û DFGê li avahiya Şaxa ÎHDê ya Stenbolê civîna çapmeniye li dar xist û kuştin û girtina rojnamegeran şermezar kir. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku parastina rojnamegeran erka sereke ya her kesê ku azadiyê dixwaze ye.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî komkujî û girtina rojnamegeran ku zêde dibin li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê ya Beyogluyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rojnamegeran li salona civînê ya ku pankarta “Em ê rojnamegeriyê biparêzin” daliqandin, wêneyên rojnamegerên hatin qetilkirin û hatin hilgirtin. Komaleya Jinê ya Demê, Jinên bi Hev re Hêzdar, Alinterî, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek rojnamevan beşdar bûn. Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Ezgî Çadircî daxuyanî xwend û wiha got: “Rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn dema nûçeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrîşa bi balafirên bêmirov ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta ku êrîşên Îsraîlê yên li ser rojnamevanên li Filistînê ‘şermezar’ dike, bi xwe rojnamevanan bi heman rêbazên ku Îsraîl bikar tînin, dike hedef.”

Hedefgirtina rojnamegeran sûc e

Ezgî Çadircî, diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad ji ber nûçeyên xwe ne tenê bi doz, girtin û binçavkirinê, bi qetilkirinê rê jî rûbirû dimînin û wiha bi lêv kir: “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatine qetilkirin mînaka herî dawî ne. Divê rojnamegerên ku li herêmên pevçûnan raya giştî agahdar dikin hem ji aliyê hiqûqa navneteweyî, hem jî ji aliyê makezagon û zagonan ve bên parastin. Bi SÎHAyê hedefgirtina rojnamegeran sûc e. Rojnamegerên ku qetilkirina rojnamegeran protesto dikin jî bûn hedef. Hevalên me yên rojnameger li Stenbolê xwestin beşdarî daxuyaniyê bibin bi îşkenceyê hatin binçavkirin û girtin.”

‘Hêza heqîqetê bû kabûsa destdihatdariyê’

Ezgî Çadirci, da zanîn ku derbarê rojnameger Seyhan Avşar a ku bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da, nûçeya T24 a qetilkirina rojnamgeran û berteka Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat vekirin û wiha bi lêv kir: “Derbarê gotinên rojnameger Ozlem Gurses de lêpirsin hat destpêkirin û cezayê hefsa malê lê hat birîn. Lê çeteyên DAIŞ’ê yên di komkujiyê de cih girtine tên berdan. Wek 6 DAIŞî yên ku êrişê Balafirgeha Ataturkê kiribûn û di encamê de 45 kes hatibûn kuştin serbest hatin berdan. Her wiha 18 DAIŞî yê ku DAIŞ fînanse dikir jî serbest hatin berdan. Lê belê rojnameger tên girtin. Em dizanin ku tişta li vir tê hedefgirtin rastî ye. Ji ber ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji çavkaniyên sereke bûn ku raya giştî agahdar dikirin. Ji ber vê yekê bûn hedef. Hêza heqîqetê her tim desthilatdaran ditirsîne. Hêza heqîqetê her tim bû kabûsa her desthilatdariyê. Ji ber vê yekê rojnameger dibin hedef.”

‘Em pêvajoya hiqûqî dişopînin’

Piştî daxuyaniyê gelek kes axivîn. Ji parêzerên OHDê Esra Kiliç ku ewil axivî wiha got: “Her kesên hatin binçavkirin rastî gelek binpêkirinên mafan ên wekî îşkence û gefan hatin. Em ê roja înê li dijî hemû îşkence û muameleya xerab serlêdana sûc bikin. Em ê pêvajoya hiqûqî jî bişopînin.

‘Parastina rojnamegeran erka me ye’

Paşê Seroka Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: “Di demên dawî de tundî û zextên darazê zêde bûne, dixwazin rojnamegeran ji qadan derxînin. Em bi gelek mînakên vê yekê re rû bi rû ne. Niha em dibînin ku her kes dikare were girtin. Em bi gelek binpêkirinan re rû bi rû ne. Tirkiye bi xwe jî destûra bingehîn binpê dike. Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Astengkirina mafê raya giştî ya gihandina agahiyan û agadarnekirina wan ji rastiyan derbeyek li mafê gel e. Pirsgirêka me ev e. Parastina rojnamegeran erka sereke ya her kesê ku azadiyê dixwaze ye. Ji ber vê yekê weke parêzvanên mafên mirovan em ê mafê raya giştî û hemû rojnamevanên ku rastiyan ji raya giştî re radigihînin biparêzin û ev berpirsyariyeke mirovî ye.”

‘Heqîqet nayê veşartin’

Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî got, “Ji bo ragihandina rastiya Rojava nûçe tên çêkirin. Ji bo dengê gelê Rojava bigihînin cîhanê dixebitin. Li dijî hemû derew û dezenformasyonên medyaya qesrê heqîqetê ji raya giştî re radigihînin. Ger aştiyeke bi rûmet ji bo gelên Tirkiyeyê pêk were, wê bi hêza çapemenya azad ku heqîqetê radigihîne pêk were. Pênûsa Çapemeniya Azad tu carî nakeve. Em Nazim û Cîhan bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Heqîqet nayêr veşartin.” ‘Hakikat asla öldürülemez’

‘Wê pênûsa wan nekeve erdê’

Hevseroka DADÊ Kadriye Dogan a ku herî dawî axivî, bal kişand ser van tiştan: “Ew dengê rastiyê bûn. Hewl didin dengê rastiyê qut bikin, lê hevalên wan hene ku pênûsa wan li erde nehêlin. Em bi dewleteke û sîstemeke ku kesên ne wekî xwe terorîst dibine re rû bi rû ne . Aştî li vî welatî pêkan e, modela ku em hemû dixwazin e. Divê demildest rojnameger bên berdan. Têkoşîna wan wê ti carî bi dawî nebe.”

Civîna çapemeniyê bi dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Etîket: Çîçek OtluEzgîEzgî ÇadirciGulseren YolerîKadriye Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Têkoşîna jinan bendan nas nake

Jinan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Têkoşîna jinan bendan nas nake

23 SIBAT 2026
Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

5 SIBAT 2026
Komxebata Elewiyan dest pê kir: Civaka demokratîk dê bê nîqaşkirin

Komxebata Elewiyan dest pê kir: Civaka demokratîk dê bê nîqaşkirin

18 COTMEH 2025
Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

11 COTMEH 2025
Dayikên Şemiyê di hefteya 1038an de civîyan

Dayikên Şemiyê di hefteya 1038an de civîyan

15 SIBAT 2025
Cengîz Çîçek: Duh Ozgur Ulke bombe kirin îro Rojava bombe dikin

Cengîz Çîçek: Duh Ozgur Ulke bombe kirin îro Rojava bombe dikin

3 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (667)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne