• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li li gundê Çelebiyê yê Kobanê derbe li çeteyan hat xistin

    Li li gundê Çelebiyê yê Kobanê derbe li çeteyan hat xistin

    Li Başûr kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava mezin dibin

    Li Başûr kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava mezin dibin

    Parêzer Temur: Çapemeniya azad destpêkê heqîqetê esas digire

    Parêzer Temur: Çapemeniya azad destpêkê heqîqetê esas digire

    Kobanê neket, azad bû: Saet sisê kêm deh deqîqe

    Kobanê neket, azad bû: Saet sisê kêm deh deqîqe

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Keziya honandî ya Kurdistanê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Keziya honandî ya Kurdistanê’ derket

    Vilakerdoxa Yenî Yaşamî ameye destbendkerdene

    Belavkara Yenî Yaşamê Zîlan Gul hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li li gundê Çelebiyê yê Kobanê derbe li çeteyan hat xistin

    Li li gundê Çelebiyê yê Kobanê derbe li çeteyan hat xistin

    Li Başûr kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava mezin dibin

    Li Başûr kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava mezin dibin

    Parêzer Temur: Çapemeniya azad destpêkê heqîqetê esas digire

    Parêzer Temur: Çapemeniya azad destpêkê heqîqetê esas digire

    Kobanê neket, azad bû: Saet sisê kêm deh deqîqe

    Kobanê neket, azad bû: Saet sisê kêm deh deqîqe

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Keziya honandî ya Kurdistanê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Keziya honandî ya Kurdistanê’ derket

    Vilakerdoxa Yenî Yaşamî ameye destbendkerdene

    Belavkara Yenî Yaşamê Zîlan Gul hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzer Temur: Çapemeniya azad destpêkê heqîqetê esas digire

Ûgûr Dînler /AW

26 ÇILE 2026 - 11:07
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Parêzer Resul Temur têkildarî êriş û zextên li ser rojnamegerên Kurd di demên dawî de zêde dibin axivî û anî ziman ku çapemeniya azad dema zimanê xwe yê rojnamegeriyê dihûnîne, destpêkê heqîqetê esas digire û piştre rojnamegeriyê li ser vê heqîqetê dike.

 

Çeteyên HTŞ dema 6ê Çileyê êrişê Rojavayê Kurdistanê kir û dest bi şerekî qirêj kirin di gelek deverên cîhanê gel ji bo parastina Rojava daket qadan û çalakî lidar xistin. Li Bakûrê Kurdistanê jî li hemû bajaran gel derdikevin qadan û meş û çalakî bê navber didomin. Li gelek deveran hêzên dewletê êrîş dibin ser çalakvanan. Dema polîs êrîşê gel dike, rojnamevan jî dibin hedefa van êrîşan.

Nûçegîhanê Ajansa Welat Nedîm Oruç roja 14ê Çileyê dema li Cizîrê çalakiya ciwanan dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin û piştî 3 rojan bi tawanbariya “Probagandaya rêxstinê” hat girtin.

21ê Çileyê jî ji bo piştevaniya Rojava, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya hezaran kes meş hat lidarxistin û polîsan êrişî girseyê kir û gelek kes binçav kir. Di êrîşa polîsan de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Kesîra Onel, rojnameger Heval Onkol, Ferhat Akinci, Pelşîn Çetînkaya, Muhammet Alî Yilmaz û Bariş Demîrcan hatin binçavkirin. Rojnamegerên kû hatibun binçavkirin 23ê Çileyê hatin berdan.

Parêzer Resul Temûr ê ku parêzvaniya rojnamegeran dike têkildarê êrişên ser çapememiya azad û girtina nuçegîhanê Ajansa Welat Nedîm Oruç, ji ajansa me re axivî.

‘Dixwazin rastiyan ji civakê dur bêxin’

Resul Temur da zanîn ku çapemeniya azad dema zimanê xwe yê rojnamegeriyê ava dike, destpêkê heqîqetê esas digire. Tamur diyar kir ku rojnamegerên Kurd rojnamegeriya xwe jî li ser vê heqîqetê ava dikin û wiha berdewam kir: “Îro jî çapemeniya azad êrişên ku li ser Rojava pêk tên dixe rojeva civakê. Ji ber vê sedemê, êrîş û astengiyên li ser çapemeniya azad her tim zêdeye. Dema ku di navbera Rojava û gelê Kurd de astengekê deynin, hedefa ewil dibe çapemeniya Kurd. Eger rastiyên ku çapemeniya azad dinivîse negihîjin civakê, li şûna berxwedana Rojava, meyê nûçeyên faaliyeta operasyonel a asayî ya ku ji aliyê dewletên Sûrî û Tirkiyeyê ve tê birêvebirin bixwenda. Ji ber vê sedemê, ji bo rastiyan ji civakê dûr bixin, çapemeniya Kurd a li qadê, careke din bi binçavkirin, girtin û astengiyan re rû bi rû dimîne.”

‘Nedîm ji ber xebata rojnamegeriyê hat binçavkirin’

Resul Temur dest nîşan kir ku Nedîm Oruç, dema bertekên gelê Kurd ê ku li hemberî bûyerên Rojava bêdeng nema dikir nûçe, hatiye binçavkirin û got: “Dîmenên di dema binçavkirinê de, li ber çavane ku Nedîm tenê ji ber xebata xwe ya rojnamegeriyê hatiye binçavkirin. Ji xwe beşek ji polîsên ku ew binçav kirin, ji ber şopandina wî ya çalakî û bernameyên li navçeya Cizîrê Nedîm nas dikirin. Îhtîmal e ku hêrsa wan ji vir tê. Ji ber ku rojnamegeriya Nedîm dizanin, wî bi darê zorê binçav kirin. Di îfadeya li emniyetê de îdia dikin ku ew çalakvan e û tawanbarkirin û pirsan li ser vê yekê şekil didin. Dema di nava 3 rojan de delîlek nedîtin ku ew tevlî çalakiyê bûye, dest bi lêkolîna hesabên wî yên medyaya dîjîtal kirin. Di heman demê de li ser înternetê lêkolîna çavkaniyên vekirî kirin û nûçeyên ku nav de wêneya Nedîm tê de hene bibînin û bikin hincet. Dest bi lêpirsîna nûçeyên ku wî şopandine û zimanê ku di nûçeyan de bikar aniye kirin. Herî dawî di dema kar û barên dozgerî û lêpirsînê de dest bi pirsîna pirsên derbarê ajansa ku lê dixebite kirin û di encamê de ji ber nûçeyên ku çêkiriye û parve kiriye bi tawana propagandayê wî girtin.”

Ji bo Nedîm dê îtîraz bê kirin

Resul Temur di dawiya axaftina xwe de hincetên bune sedema girtina Nedîm Oruç û têkildarî pêvajoya hiquqî ev tişt anî ziman: “Heta şopandina Nedîm a daxuyaniya çapemeniyê ya li Silêmaniyê ku wekî dîrokî dihate dîtin û vekişîna hêzên PKK’ê ya ji Tirkiyeyê li xwe digirt jî, wekî sûc tê dîtin. Lê belê bi dehan rojnamegerên ji Tirkiye, Iraq, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê bi awayekî eşkere ev nûçe çêkirin. Ji Tirkiyeyê jî siyasetmedarên ji her beşî nêrînên xwe yên erênî yên derbarê vê daxuyaniyê de anîn ziman. Em wekî parêzerên Nedîm Oruç, li dijî girtina wî îtîrazê dikin. Ji ber ku meqama rayedar a ji bo îtîrazê Dadweriya Sûlh Cezayê ya Sêrtê ye, em hêvî dikin ku ji Dadweriya Sûlh Cezayê ya Şirnexê cudatir li mijarê binêre û biryara berdanê bide. Ger bernedin emê li benda amadekirina îdianameyê û destpêkirina darezandina li Dadgeha Cezayê Giran bin.”

Etîket: Çapemeniya AzadParêzer Resûl TemurRojnameger Nedîm Oruç
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hesabên MAyê yên Xê dîsa hatin astengkirin

Hesabên MAyê yên Xê dîsa hatin astengkirin

19 ÇILE 2026
‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

6 ÇILE 2026
Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

Huseyîn Aykol: Pêşengê berxwedêr ê Çapemeniya Azad

1 ÇILE 2026
Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin

Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin

1 ÇILE 2026
Bi wêneyekî kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî hate ronîkirin

Bi wêneyekî kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî hate ronîkirin

20 MIJDAR 2025
DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

27 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1283)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne