• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Parêzerên Abdullah Ocalan li Parlamentoya Norwecê axivîn

Navenda Nûçeyan /AW

24 NÎSAN 2025 - 13:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parêzerên Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî li ser vexwendina Partiya Sor a Norwecê (Rodt) çûn Osloyê û li Parlamenta Norwecê axaftin kirin.

Parlamenterên Partiya Sor Bjornar Moxnes, Hege Bae Nyholdt û Seher Aydar jî di nav de Solidaritet med Kurdistan, nûnerên NCDKê û rayedarên saziyên Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî civînê bûn û mijarên weke pergala tecrîda mutleq a Îmraliyê, hewldanên pêvajoya çareseriyê û bangên aşitiyê hatin rojevê.

Ewil Parêzer Îbrahîm Bîlmez axivî û anî ziman ku pêvajoya ji dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatî kirin, pergala Gîrtîgeha Îmraliyê bi piştevaniya hêzên navneteweyî hatine avakirin. Bîlmez diyar kir ku îro bes ne li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Li seranaserê Kurdistanê polîtîkaya tecrîdê tê sepandin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser geşedanên heyî ku weke çareseriya duyem bi nav dike û got: “Silavdayîna Devlet Bahçelî ya ji bo parlamenterên DEM Partiyê, serdedana Omer Ocalan a ji bo Îmraliyê û gotina Bahçelî ya ‘Bila Ocalan were Meclîsê û biaxive’ gelekî girîng in.

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku piştî van yekan di navbera Rêber Abdullah Ocalan û heyetekê de hevdîtin pêk hatin û Ocalan peyama ‘Ez dikarim pêvajoyê ji zemîna şer bikşînim ser zemîna hiqûq û siyasetê’ daye.

Parêzer Cengîz Yureklî jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan a ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ li her çar perçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn deng vedaye û xwedî lê hatiye derketin.

Cengîz Yureklî têkildarî bertekên desthilatdarî û muxalefeta li Tirkiyeyê jî mînakên şênber nîşan dan û got ku divê civaka navneteweyî jî bi baldarî vê pêvajoyê bişopîne. Parlamenterê Partiya Sor Bjornar Moxnes jî anî ziman ku ew bi baldarî pêvajoyê dişopînin û banga Rêber Apo girîng dibînin û pirsa ‘Hûn ji me alikariyeke çawa dixwazin?’ kir. Îbrahîm Bîlmez jî pirsa Moxnes bersivand û got ku “Pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî” û diyar kir ku çareserî hemû beşên civakê eleqedar dike û bersiva; “Em ji bo van alîkariyên di vê çorçoveyê de spasiyên xwe dikin û li bendê ne ku ev yek zêdetir bin” da.

Civîn bi bersivandina pirsên beşdarê ên din û axaftinên spasiyê bi dawî bû.

Parêzerên Rêber Apo wê di çarçoveya bernameyên xwe yên li Osloyê beşdarî hin çalakiyên din jî bibin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

23 COTMEH 2025
Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

23 COTMEH 2025
Memo Gul: Em ê bi kelecana salan Amedê bihejîninSuleyman Çarnewa: Ez hatime deynê xwe bidim

Memo Gul: Em ê bi kelecana salan Amedê bihejînin
Suleyman Çarnewa: Ez hatime deynê xwe bidim

23 COTMEH 2025
Rojnameger Akdenîz hate berdan

Rojnameger Akdenîz hate berdan

23 COTMEH 2025
Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

23 COTMEH 2025
Dadgehê danişîna Neslîhan Şedalê taloqî 4ê Kanûnê kir

Dadgehê danişîna Neslîhan Şedalê taloqî 4ê Kanûnê kir

23 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (394)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne