Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û çend wezîr bi berpirsên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê re bi armanca xurtkirina rêbazên hevkariya navbera rayedarên navend û herêmê û çalakkirina saziyan hevdîtin pêk anî.
Di çarçoveya rêzecivînên fermî yên ji bo şopandina rewşa xizmetguzarî û îdarî ya li Hesekê de, parêzgar Nûredîn Ehmed di 2 rojên borî de li Şamê bi wezîr û berpirsên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê re civîn li dar xistin. Di civînan de xurtkirina hevkariya di navbera saziyên navendî û herêmî de û pêşxistina xizmetên bingehîn hatin gotûbêjkirin.
Ehmed bi wezîra kar û barên civakî û kar Hind Qebawat re li ser girîngiya pêşxistina hevkariya di navbera saziyên têkildar de û zêdekirina hewldanên hevkariyê di navbera saziyên cuda de nîqaş kir. Her du aliyan entegrekirina karmendan di nav rêveberiyê de û mijarên rêxistinî û îdarî yên têkildarî kar û rêbazên baştirkirina kargeriya saziyên li Hesekê, axivîn.
Parêzgar her wiha bi rêveberê giştî yê Saziya Postayê ya Sûriyeyê Îmadeddîn Hemed re civiya û xebatên Ofîsa Postayê ya Hesekê û xizmetên wê nirxandin.
Parêzgarê Hesekê bi wezîrê darayî Mihemed Yasir Berniyê re jî çalakkirina xizmetên darayî û piştgiriya aramî û pêşketinê gotûbêj kir. Di hevdîtinê de mijara ji nû ve vekirina rêveberiyên darayî li Hesekê û ji nû ve çalakkirina xebatên şaxên bankên dewletê, bi taybetî Banka Çandiniyê, hat nirxandin.
Li gorî malpera parêzgariyê, di çarçoveya hewldanên ji bo bilezkirina çalakkirina saziyên giştî, baştirkirina xizmetên bingehîn û zêdekirina derfetên pêşketinê li herêma Cizîrê de, pêk hatin.













