Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed êrişên li ser Kurdan ya li Heleb û Efrînê şermezar kir û got: “Bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin rêz nîşanî sembolên neteweyî bidin.”
Li gorî malpera nivîsgeha parêzgarê Hesekê, Parêzgar Nûredîn Ehmed bang li hemû welatiyan kir ku bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin û rêz nîşanî sembolên neteweyî bidin. Nûredîn Ehmed nêzîkatiyên ku yekitiya nîştimanî xirab dike û girêdana di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê qelis dikin, şermezar kir.













