Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Ayten Kordu, Adalet Kaya, Cengîz Çiçek û Omer Faruk Hulaku ji bo parastina zaravayê Kirmanckî bi Tirkî û Kirmanckî pêşniyaznamê dan Serokê Meclîse.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz, Ayten Kordu, Adalet Kaya, Cengîz Çiçek û Omer Faruk Hulaku, ji bo parastina zaravayê Kirmançkî ya Kurdî ku ji aliyê Rêxistina Çand, Perwerde û Zanîstê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) weke zimanê di bin xetere de hatiyê binavkirin, were parastin pêşniyaznameyek dan Serokê Meclîse. Parlamenteran pêşniyazname jî bi zaravayê Kirmançkî û zimanê Tirkî pêşkeşî Meclise kir.
‘Saziyên heyî têrî parastinê nakin’
Di pêşniyazname de hat destnîşankirin ku perwerdehiya bi zaravayê Kirmançkî bi kêm derfetan tê dayin û ji aliyê weşangeriyê ve jî tenê rojnameya Azadiya Welat, Ajansa Welat, servîsa Kirmançkî ya JINNEWSê û çend malperan weşangerî tê kirin. Her wiha hat gotin ku her çiqas li Zanîngeha Munzur û Çewligê bi zaravayê Kirmançkî beşek bi awayekî dersên hilbijartî hatibe vêkirin û TRT Kurdî weşana Kirmançkî bike jî ev tere nakin.
‘Parastina mîrateyê berpirsyariya dewletê ye’
Di pêşniyazname de hat diyar kirin ku parastina zaravayê Kirmançkî ku mîrateyeke çandî û dîrokî ye yek ji berpirsyariya dewletê ye û ji bo vê yekê wan ji pêşniyaznameyên lêkolînkirinê daye.
Parlamenteran di pêşniyaznameyan de xwestin ev xal werin lêkolînkirin:
“*Bi daneyan tespîtkirina herêmên zaravayê Kirmançkî tê axaftin
*Tespîtkirina çima pêdiviya mamosteyên Kirmançkî nayê çareserkirin.
* Tespîtkirina astengiyên li pêşya mafê perwerdehiya zimanê dayikê.
*Ji bo di saziyên fermî de bikaranîna ziman bê teşwikkirin Tespîtkirina qanûnên heyî .”
Her wiha hat gotin ku di bin banê Meclise de bi armanca “plana lêzgîn” avakirina komîsyoneke lêkolînî hewcedariyeke bingehîn e.













