Dosye – 7: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve
Amed – Rêveberên KKPê û PSKê têkildarî avakirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî axivîn û destnîşan kirin ku divê êdî li bakûrê Kurdistanê tifaqek pêk were û gotin ku meseleyên neteweyî bêyî tifaqa neteweyî safî nabin.
Di vê beşa dosyaya xwe de me guh da nêrîn û fikra nûnerên partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê. Li Bakurê Kurdistanê di navbera partî, sazî û dezgehên Kurd de zû de hewldanên yekîtiyê hene. Di çarçoveya van hewldanan de gelek civîn, konferans hatin lidarxistin û daxuyanî pêk hatin. Partî û saziyên Kurd ên weke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Azadî, Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Hereketa Azadiyê û Partiya Çep a Kesk li bakurê Kurdistanê carna di bin banê “Xebatên Tifaqa Kurdistanî” de carna bi navê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” û carna jî di bin banê “Platforma Zimanê Kurdî” hatin bahev û têkildarî meseleya Kurd û yekîtiya neteweyî ya Kurd gelek caran civîn û komxebat li dar xistin. Her wiha van partiyan ji bo pêşxistina zimanê kurdî, zimanê kurdî bibe fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê jî komxebat li dar xistin.
‘Bandora parçebûyînê li ser yekîtiyê heye’
Endamê MYKê yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) û Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku di şert û mercên Rojhilata Navîn ên îro de yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û ji her çar aliyên Kurdistanê re gelek girîng e û wiha got: “Xweseriya Rojava û fedaralîzma herema Kurdîstanê di rojên pêş de yekîtiya xwe zexm bikin, xurt bikin û mayînde bikin ev ji bo me gelek girînge. Hêvî dikim peymana 26ê Nîsanê di navbera Partîya Yekîtîya Netewê Kurd (PYNK) û ENKSê de mayînde be û gav bi gav pêşbikeve. Gelê Kurd li ser axa xwe, li ser dîrok a xwe gelekî mêrxas e, têkoşer e, xwedîyê dîroka xwe derdikeve, şervan e, lê xet û hêla wî ya herî zeîf ew e ku heta îro yekîtiya neteweyî pêk nehatiye. Bandora çarparçebûyînê li ser yekîtiya neteweyî heye û hêj jî berdewam e.”
‘Divê di serî de yekîtiya Başûr û Rojava pêk were’
Sînan Çîftyurek di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo pêşerojê em dikarin bibêjin ya herî girîng ev e; îro hemû dewletên dagirker li ser xweseriya Rojava gefan dixwin û dibêjin em çawa bikin ku xweserî û statûya Kurdan ji holê rakin. Ji bo 300 hezar tirkên li Qibrisê dewleteke serbixwe dixwazin lê dibêjin bila li Rojava statuya kurdan tune be û Serokwezîrê Iraqê Sudanî dibêje ku ‘Eman ha li vir çi qewimî bila li wir neqewime.’ Li Iraqê çi qewimî bû weke Kurd, pêşmerge bi statuyeke fermî tev li destûra bingehîn bûn. Berpirsyarên Tirkiyeyê jî dibêjin tişta li Iraqê qewimî em nahêlin li Sûriyeyê pêk were. Ji ber vê yekê banga me li gelê me ye divê di serî de yekîtiya Kurdistana Federe û Xweseriya Rojava pêk were. Divê em îro êdî bi çavê berjewendiyên partiyê lê nenêrin, ya girîng ew e ku em bi çavê parçebûnê lê nenêrin, derket holê ku îro xweserîya Rojava hilweşe dê îro astengîya mezin li ser Kurdistana Federe çêbibe, sibê Kurdistana Federe hilweşe dê bandora wê ya herî girîng li ser xweserîya Rojava bibe.”
Sînan Çîftyurek da zanîn ku li Bakur gelek caran ceribandinên wan çêbûn û wiha domand: “Em hêvî dikin ku dê di rojên pêş de li Bakur yekîtiyeke me ya neteweyî ya mayînde pêk were. Em hêvî dikin armanç dikin ku ew yekîtiya xweserîya Rojava mayînde be û bandora wî li ser me be. Em jî li Bakur lê binêrin. Pêşnîyara li hemu partîyên Kurdistanê re DBP, PSK, PWK, PDKT, KKP, DDKD û Partiya Azadiyê re em rojekî werin li cem hevdû bêşert û bêmerc em bi hev re sohbetekê bikin, em li ser Bakur mijûl bin ji ber kû me gelek tişt ceribandin lê em negihiştin yekîtiya mayînde. Hêvî dikin rojekê em partîyên Kurd werin cem hevdû taşteyekê an xwarinekê bixwin û sohbetekê bikin.”
‘Yekîtiya li Bakur dê bandorê li Rojava û Başûr jî bike’
Sînan Çîftyurek bi lêv kir ku heke li Bakur gava yekîtiya neteweyî bê avêtin wê bandorê li Rojava û Başûr jî bike û wiha pê de çû: “Li Bakûr zêde partîyên me tune ne jî mesele li Rojava nêzî 50 partî hene ew jî parçeye herî piçûk e, li vê derê em neh an deh partî ne lê divê em bi çavê partîyê lê nenêrin îro gelê me di astengîyeke mezin de ye. Îro dayîkên me zarokên wan an mirine an di girtîgehan de ne lê hîn li ser pîyane ev helwesteke û bandora wê li ser me heye. Ji ber vê yekê divê partîyên Kurdan bibin yek û bi çavê berjewendiyê lê nenêrin.”
Sînan Çîftyurek, bal kişand ser xebatên derbarê yekîtiyê de bi rê ve birine û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em weke çar kes 10 mehan mal bi mal bajar bi bajar gerîyan, em gihiştin encamekê. Me serdana partiyan jî kir hin ji wan nehatin. Divê mirov careke din jî serdana wan bike. Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî di warê yekîtiya neteweyî de gaveke. Înîsiyatîf hin negihiştiye armanca yekîtiyê. Em hêvî dikin Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi partiyên me yên din re werin cem hevdû. Divê êdî li Kurdistana Bakur tifaqek pêk were.”
‘Meseleyên neteweyî bêyî tifaqa neteweyî safî nabin’
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel da zanîn ku PSK 50 sal in bi awayekî di nava xebatên yekîtiyê de ye û wiha got: “Ji ber ku li gorî nêrîna me meseleya Kurd meseleya miletekê ye û meseleyên neteweyî bêyî tifaqa neteweyî safî nabin. Li welatekî demokratîk, azad elbet her partî bikaribe piraniya dengan bistîne dikare welat îdare bike. Lê meseleya Kurd meseleya îqtîdar bûnê nîne meseleya azadbûna welat e û hemû aliyan eleqeder dike. Ji bo vê yekê em meseleya tifaqa neteweyî weke meseleyeke stratejîk dibînin meseleyeke devkî an meseleyeke hîzbî nabînin.”
‘Firsendên dîrokî derketin pêşiya gelê me’
Bayram Bozyel axaftina xwe wiha domand: “Li Rojava firsendên dîrokî derketin pêşiya gelê me yê Kurd. Li wir Kurd ne tenê nêzîkê azadiyê ne her wiha ji bo seranserê Suriyeyê û ji bo avakirina Suriyeyeke nû jî û ji bo azadiya miletên din jî hêzekin. Ji bo avakirina sistema demokratîk cihê baweriyê ne û dikarin bibin çîmentoya Surîyeyeke nû. Konferansa 26ê Nîsanê li Qamişloyê pêk hat gaveke dîrokî bû û me bi keyfxweşî temaşe kir. Aliyên Kurd li ser bernameyeke neteweyî û ji bo Kurdan jî li ser daxwaza federalîzmê li hev kirin û pişt re jî tifaqa xwe îlan kirin. Ev ji bo Rojava, çar parçeyê Kurdistan û Sûriyeyê gaveke dîrokî bû.”
‘Ev meseleya Kurdistanê ye’
Bayram Bozyel bi lêv kir ku meseleya tifaqê girîng e û tu caran ji rojeva Kurdan derneketiye û wiha pê de çû: “Em weke PSK ji diyaloga hemû alîyan re amade ne. Lê meseleya tifaqê divê ewil li ser bernameyeke zelal çêbibe. Bername jî ser dû esasan were çekirin. Ev jî meseleya welat û meseleya statuyê ne. Ev ne tenê meseleya Kurdan e mesela Kurdistanê ne. Li Kurdistanê tenê Kurd najîn Ermenî, Êzîdî, Suryan û gelek milet hene. Divê meseleya Kurd rast were pênasekirin navê wê were dayîn û bê qebûlkirin ku Kurd, ew mafên ku Tirk xwedî lê ne bila ew jî bibin xwediyên wan mafan. Bila bi nasnameya Kurd werin qebûl kirin û ew temamî mafên ji wê nasnameyê dertên yanî ziman, çand, dîrok em wî werin naskirin û Kurd di encamê de bi Kurdistanê bikaribin xwe îdare bikin. Ev jî li gorî nêrîna me bê statû nabe.”
‘Divê bernameyeke neteweyî hebe’
Bayram Bozyel anî ziman ku di meseleya tifaqa neteweyî de hin pirsgirêkên partiyên Kurdan hene û ev tişt gotin: “Xebatên me hene. Îro em û DEM Partî di Platforma Zimanê Kurdî de bi hev re ne. Di meseleyên hin bingehîntir de xebatên me û partiyên Kurdistanî yên weke PWK û PDKê re berdewam dikin. Em jî dixwazin ser vê bernameyê xebatên xwe bi pêş ve bibin û di cihekê de bigihin hev. Em nabêjin bila herkes were ba me, an em biçin ba herkesi her kes bil ali cihê xwe zelal bibe em cihekî muşterek de li hev bikin. Tifaqeke wisa ji me re lazim e ew jî ez bawer dikim wê bibe lê xuyaye ku hin problem û nêrîn hene ku divê em wan safî bikin. Mesele bawerî ye yanî wexta em bi hev re kar dikin divê em baweriyê bidin hev. Ji ber ku gelek tecrubeyên me hene. Me di nava dehan xebatên hevkariyê de cih girtin. Niha Platforma Zimanê Kurdî ye car caran di xebatên hilbijartinê de ne. Niha em di nava xebatên yekîtiyê de ne. Nebûna me ya din ava înîsiyatîfa demokratîk de nayê wê wateyê ku em di nava wê xebatê de nînin. Em jî di xeteke din de vî karî dimeşînin. Em hêvî dikin ev xebat di qenaleke berfireh de bigihin hev. Heke meseleya me tifaqa neteweyî be divê bernameyeke neteweyî hebe.”
‘Divê li her parçeyekî Kurdistanê yekîtiyek çêbibe’
Bayram Bozyel bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û pêvajoya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî geşedanên li Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û banga Bahçelî û Ocalan pey hevdû hatin van di heman wextê da li çar parçeyên Kurdistanê tesîra xwe hene. Di Sûriyeyê da rejîma li dijî Kurdan têk çû Îran dijminê kurdan e wan derbeyeke mezin xwar, hêzên girêdayê Îranê yên li başûre Kurdistanê û Iraqê zeîf dibin û bo sê parçeyan îmkan çêdibin. Pêvajoya kû nû destpêkiriye her çiqas navê wê Kurd nebe jî lê em dizanin ji sedî sed bi meseleya Kurd ve girêdayî ye û tesîra xwe li çar perçeyan jî dike. Wê demê lazime ku çar parçeyên Kurdistanê jî li hember vê pêla nû di helwesteke mişterek pêk bînin. Divê li her perçeyekî yekitiyek çêbibe.
Niha gaveke baş e konferansa 26 Nîsanê ya li Qamişloyê gavekî dîrokî ye, li Îranê jî nêzîkatî heye, parlamentoyeke başurê Kurdistanê heye heke sibê du sibe mirov were wê qonaxê dikare bi wan re biaxive. Li Bakur hewldan hene lê hin pêk nehatiye. Mesela kongra neteweyî ji du aliyan ve pirsgirêk xwe hene tenê tevî ku tişteke îdeale jî. Yek jî reaksîyonên hêzên heremê hewldanên bi vî awayî pirr tund in. Ev kongre dezgehekê pir aliyekî rêk û pêk û pir kompleks e divê rêxistinên wê hebin sekreteriya wê hebe ji bo wî em daha pratîk difikirin pêşniyara me ev e. Dikare konferanseke Kurdistanî çêbibe. Çend salan carekê partiyên Kurdistanê li cihekî azad em bêjin îro Hewlêrê sibê Qamisloyê bicivin vê rewşa heyî di nav xwe de binirxînin û li hember wê rewşê siyasetekî nêzik peyda bikin, tecrûbeyan bi hevre parve bikin hesabê çar perçan bikin, harmoniyek hebe hev ahengiyek hebe em tiştekî wisa difikirin divê demeke ne dûr da jî ev konferansa bicive baş dibe.”
Sibê: Rola hunermendan a derbarê yekîtiyê de