Serokê MÎTê Îbrahim Kalin û Serokkomarê berê Abdullah Gul, parlamenterên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl li nexweşxaneyê serdana Sirri Sureyya Onder kirin.
Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder şevê din krîza dil derbas kir. Saet di 23.00an de li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li Stenbolê ew hildan emeliyatê. Hat zanîn ku damarê aortê (Damara Stûr a dil) yê Onder qetiyaye û lewma hat emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku nêzî 12 seatan di emeliyatê de maye. Piştî emeliyatê ew derxistin serwîsa lênihêrîna awarte. Rewşa Sirri Sureyya Onder a xetere berdewam dike.
Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmoglari parlamenterên DEM Partî jî li nexweşxaneyê ne. Serokê MÎTê Îbrahim Kalin, Serokkomarê berê Abdullah Gul, parlamenterên AKPê û CHPê, Şeredarê Beyoglû, endam û nûnerên saziyên sivîl jî li nexweşxaneyê serdana Sirri Sureyya Onder kirin û bi hevserokên giştî yên DEM Partî re hevdîtin kirin. Serdana nexweşxaneyê ji duh ve berdewam dike.
Tê payin ku di seatên pêş de DEM Partî li ber nexweşxanayê daxuyaniyê bide.