Pasdarên Şoreşa rejîma Îranê ragihandin ku wan li herêmên navîn yên Îranê balafira şer a Amerîkayê ya cureya F-35 xistiye xwarê. Washingtonê xistina balafirê piştrast nekir.
Li gorî nûçeya malpera Axios ku dispêre medyaya dewleta Îranê û çavkaniyên nêzî bûyerê, Pasdarên îro balafireke şer ya Amerîkayê ya modela F-35 li ser esmanê herêmên navîn yên Îranê kirine hedef û xistine. Di daxuyaniya pasdaran de hat diyarkirin ku balafir bi pergalên parastina hewayî hatiye xistin.
Agahî nehat piştrastkirin
Heta niha rayedarên Amerîkayê bi awayekî fermî agahiya xistina balafirê piştrast nekirin. Rayedarên Amerîkî diyar dikin ku li herêmê ti windahiyên wan ên bi vî rengî nehatine tomarkirin. Li aliyê din, di nûçeya Axiosê de hat destnîşankirin ku ji bo dîtina her du pîlotan xebata lêgerînê li herêmê berdewam dikin. Hat îdîakirin ku dibe ku pîlotan xwe bi kursiya moşek xilas kiribin, lê heta tu agahiyek zelal a derbarê aqûbeta balefir û pîlotan nehatiye parvekirin.













