Piştî pevçûnên dawî, PDKê hêzên leşkerî yên giran li navçeya Xebat û gundê Lacan bi cih kiriye û ji bo 35 kesan li gundê Lacan û 75 kesan li navçeya Xebatî yê Hewlêrê fermana girtinê hatiye dayîn. Welatî daxwaza vekişîna van hêzan û bidawîkirina gefên girtinê dikin.
Li gorî çavkaniyên Rojnewsê, PDKê îro hêzek mezin bi çekên giran û sivik li navenda navçeya Xebat û gundê Lacan bicih kiriye. Ev yek di demekê de tê ku ev herêm piştî nakokiyên bi şîrketekê re, çend rojin di nav aloziyê de ye. Hêzên PDKê bi çekên doşka, BKC û wesayîtên leşkerî birine deverê. Hejmarek ji wan bi cilên sivîl jî belav bûne.
Çavkaniyan gotin: “PDKê bi hinceta van tevliheviyan dest bi girtin û şantajkirina welatiyên herêmê kiriye. Bi taybetî yên ku li dijî PDKê ne. Di vê çarçoveyê de, ji bo 35 kesan li gundê Lacan û 75 kesan li navçeya Xebatî yê Hewlêrê fermana girtinê hatiye dayîn.”
Çavkaniyan her wiha eşkere kirin ku hejmara xwepêşanderan nagihîje 75 kesan. Lêbelê, PDK û dezgehên wê yên ewlehiyê ji rewşê sûd wergirtine. Wan navên çendîn kesên dijberên xwe xistiye nav lîsteya girtinan ku ku tu eleqeya wan bi xwepêşandanan re tune ye.
Niştecihên van deveran ji ber bicihkirina hêzên PDKê bi fikarin û dan zanîn ku ew ditirsin, ji tirsa girtin û sûcdarkirinê, ew nikarin bi azadî ji malên xwe derkevin.
Çavkaniyan got; “Niha deverên navçeya Xebat û gundê Lacan ji bo rojnamevan û medyayên li derveyî PDKê bûne cihên herî xirab ku lê bixebitin. Xelk neçarin ku bi medyaya girêdayî PDKê re biaxivin û rastiyê veşêrin.”
Niştecihên gundê Lacanê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî kirin ku alîkariya wan bikin. Her wiha daxwaza vekişandina van hêzên PDKê kirin da ku ew bikaribin bi azadî tevbigerin.
Her wiha xelk vê pirsê dikin: Gelo pirsgirêkên şîrketekê dibin sedema ku partiya desthilatdar bi vî rengî nêzîkî welatiyên xwe bibe?
Piştî nakokiyeke di navbera Şîrketa Lanaz û niştecihên gundê Lacanê de, di 27ê Mijdara îsal de, li herêmê alozî derket. Piştî ku PDKê di dema hilbijartinan de soza xwe ya ji welatiyên Lacanê re dayî ne anî cih, ev pirsgirêk derket holê.
Di encama vê aloziyê de, 10 welatî birîndar bûn û welatiyek hat qetilkirin. Di bersivê de, PDKê zêdetirî 5 hezar hêzên leşkerî şandin van deveran.













