Hêzên girêdayî PDKê bi ser ofîsa Televîzyona KNNê ya li Hewlêrê de girt. Hemû alav û amûr desteser kir.
Hêzên girêdayî PDKê bi ser ofîsa kanala Televîzyona KNNê ya li Hewlêrê de girt. Televîzyonê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku demeke kin beriya niha bi ser ofîsa wan de hatiye girtin û hemû ekîpman, alav û amûrên li ofîsê û telefonên xebatkaran hatine desteserkirin. Têkildarî sedema serdegirtinê tu agahî nehatin bidestxistin.