Li Tirkiyeyê zext û zora li ser çapemeniya azad û dengê Kurdî bi pêleke nû ya sansûrê re rû bi rû ye. Bi hênceta “Ewlehiya Neteweyî” û “Parastina Raya Giştî”, hesabê Xê yê ajansa me, jî din nav de gelek hesabên Xê yên rojnameger, nivîskar, hunermend û malperên nûçeyan ku geşedanên li Rojava û Suriyeyê radigihîn hatin astengkirin.
Li Tirkiyeyê zext û zora li ser Çapemeniya Azad û dengê Kurdî bi pêleke nû ya sansûrê re rû bi rû maye. Bi taybetî ji ber parvekirinên derbarê Rojava de, hesabên Xê yên gelek kesayetên naskirî jî hatin astengkirin. Di nav kesên ku dengê wan hatine birîn de stranbêj, rojnameger û nivîskar hene.
Hesabên Xê ku îro li Tirkiyeyê hatine astengkirin ev in:
Rojnameger û Nivîskar: Amed Dicle, Ferhat Encû (Parlamenterê berê), Roni Aydin Dere (nivîskar), Akin Olgun (rojnameger-nivîskar), rojnameger Dîlan Babat, Ruşen Takva, Pelşin Tunç, Mehmet Drewş, Yasin Kobulan, Erdal Er, Rawîn Stêrk, Gunay Aslan, Dogan Cîhan, Neşe Îdîl û Nurî Akman.
Hesabê Mem Ararat jî hate astengkirin
Her wiha hunermendê navdar Mem Ararat jî di nava lîsteya sansûrê de ye. Hesabê Xê yê Mem Ararat îro li Tirkiyeyê ji ber parvekirina derbarê Rojava de hate astengkirin.
Hesabên Xê yên saziyên ragihandinê ku hatin astengkirin jî ev in: Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê (Kurdî, Tirkî û Ingilîzî), JinNews (Kurdî û Tirkî), Rojnameya Yenî Yaşam, Ajansa Nûçeyan ya Etkîn (ETHA).
Rojnamegeran ev biryar wekî hewldanek ji bo bêdengkirina raya giştî û sînordarkirina azadiya ramanê nirxandin û ji ber vê yekê rojnamegerên ku hesabê wan hatin astengkirin demildest hesabên Xê yên nû vekirin.













