• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 26ê ÇILEYA 2026an

    PENa Kurd bang li cîhanê kir: Piştgiriya gelê Kurd bikin

    PENa Kurd bang li cîhanê kir: Piştgiriya gelê Kurd bikin

    Li Êlihê 2 jê zarok 7 kes hatin girtin

    Li Rihayê yek jê zarok û 11 kes hatin girtin

    Hûnandina keziyê bû sedema binçavkirinê!

    Hûnandina keziyê bû sedema binçavkirinê!

    Li 11 taxên Bismilê ji bo Rojava çalakiya ciwanan

    Li 11 taxên Bismilê ji bo Rojava çalakiya ciwanan

    Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hate kirin

    Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 26ê ÇILEYA 2026an

    PENa Kurd bang li cîhanê kir: Piştgiriya gelê Kurd bikin

    PENa Kurd bang li cîhanê kir: Piştgiriya gelê Kurd bikin

    Li Êlihê 2 jê zarok 7 kes hatin girtin

    Li Rihayê yek jê zarok û 11 kes hatin girtin

    Hûnandina keziyê bû sedema binçavkirinê!

    Hûnandina keziyê bû sedema binçavkirinê!

    Li 11 taxên Bismilê ji bo Rojava çalakiya ciwanan

    Li 11 taxên Bismilê ji bo Rojava çalakiya ciwanan

    Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hate kirin

    Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Navenda Nûçeyan / AW

14 TEBAX 2025 - 13:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Pentagonê ragihand ku di nava hikumeta demkî ya Şamê de endamên rêxistinên terorîst ên wekî “Huras El Dîn” hene.

Endamên Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) raporek amade kir. Di raporê de wiha hate gotin: “Artêşa nû ya Sûriyeyê ya girêdayî hikumeta demkî bê avahiyek rêxistinî ya hevgirtî ye. Artêş xwe dispêre hevbendiyeke nazik û parçebûyî ku ji berpirsên Heyet Tehrîr  El Şam (Cebhet El Nusra) û çend “milîsên sunnî yên tundrew” pêk tê.

Di raporê de hate destnîşankirin ku hin komên wekî rêxistina Huras El Dîn a ku ji aliyê Washingtonê ve wek rêxistineke xeternak tê dîtin û piştî rûxandina rejîma Esed fesixkirina xwe ragihandibû, hegemoniya xwe li Şamê vegerandiye û bandora xwe li ser avakirina siyasetên hikumeta demkî jî didomînin.

Di raporê de ku ji 70 rûpelan pêk tê, hatiye diyarkirin ku Pentagonê li ser firehbûna desthilata hikumeta veguhêz an jî zêdebûna jêderên wan hişyarî dabû. Her wiha tê gotin, rewşa bi vî rengî dê bandoriya QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihêztir bike û ji her demê bêtir xweseriya bide QSD’ê.

Li gorî heman raporê, guhertina helwesta DYAyê ya entegrasyona HSDê ya nava hêzên Şamê ji bo sivikkirina barê parastina wê ji gefên Tirkiyeyê ye. Hatiye aşkerakirin ku parastina HSDê ji bo xizmetkirina berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya DYAyê ye.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku Îsraîlê dixwaze herêma ewle ya li ser sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re fireh bike, dibe ku dixwaze hin beşên başûrê Sûriyeyê kontrol, dibe nêzî Şamê jî be bigire nav xwe.

Fikarên kongreyê

Di dewama raporê de behsa cezayên li ser Şamê jî hatiye kirin ku endamên Kongreya DYA’yê ji kêmkirina cezayan li ser Şamê bi fikar in, lewre zehmet e ku rêveberiya DYA’yê hin cezayan rake yan jî destûrê bide pêkanîna  peymanên aborî ku hikumeta veguhêz bi hin dewletan re îmze kiribû.

Li gorî raporê ku ji aliyê Al Monitor ve hatiye weşandin, hin alîgirên “Huras El Dîn” hewl didin di nava hikumeta nû ya Şamê de cihê xwe çêkin.

Di berdewama raporê de hatiye diyarkirin ku li gorî rayedarên Ajansa Îstîxbarata Parastinê ya DYA’yê, komên girêdayî El Qaîdeyê bi rêjeyeke xweseriyê di bin sîwana Heyet Tehrîr El Şam de dixebitin. Ev yek jî yek jî dihêle ku çeteyên berê yên “Huras El Dîn” tevger û bandora xwe li ser siyasetên polîtîkayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çêbikin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku Hêzên Operasyonên Taybet ên DYA’yê ji 2016’an ve (dema avabûna Huras El Dîn) bi dehan çeteyên Huras El Dîn li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi dronan kuştine. Her wiha hatiye gotin, DYA têkidarî derdora nêzî Ehmed El Şeri hîna bi fikar e.

Di Gulana borî de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çete Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs wek fermandarê Firqeya 86’an tayîn kir.

 

DYA’yê di sala 2021’an de ceza li ser çete El Hayîs birî ku sûcên şer kirine. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê tayînkirina wî wek “şaştiyeke mezin” bi nav kiribû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

ROJEVA 26ê ÇILEYA 2026an

26 ÇILE 2026
Çeteyan bi dronan gundê Qîro bombebaran kir

Çete bi obîsan gundê Çelebiyê bombebaran dikin

26 ÇILE 2026
Mazlûm Ebdî: Li gor tifaqê arteşa Sûriyeyê nakeve Rojava

Mazlûm Ebdî: Li gor tifaqê arteşa Sûriyeyê nakeve Rojava

26 ÇILE 2026
Çeteyan bi dronan gundê Qîro bombebaran kir

Çeteyan bi dronan êrişî başûrê Çilaxa kir

26 ÇILE 2026
HSD: Agirbest 15 rojan hate dirêjkirin

HSD: Komên Şamê agirbestê binpê dikin

26 ÇILE 2026
Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Dorpêçkirina Kobanê sûcê mirovahiyê ye

Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Dorpêçkirina Kobanê sûcê mirovahiyê ye

26 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1275)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne