Hevseroka PYDê Pervîn Yûsiv ku diyar kir ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî dê keliyên pêş derbarê peymanê de daxuyanî bide û got: “Hîn xalên peymanê hikûmeta Şamê aşkera kirine lê hin xalên binî hene derbarê wan de Mazlûm Ebdî dê daxuyanî bide.”
Hevseroka Giştî ya PYDê Perwîn Yûsiv tekildarî peymana agirbestê û entegrasyonê ya ji aliyê Serokê HTŞê Ehmed El Şera ve hatibû aşkera kirin tevlî bernameyeke taybet a Sterk Tv bû. Perwîn Yûsif diyar kir ku Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dê keliyên pêş derbarê nevarokê de daxuyaniyê bide û got: “Birêz Mazlûm Ebdî muxatabê rasterast a van pêşketinan e. Civîn û nîqaşên pêwîst hatine kirin. Agahiyên derbarê rêkeftina ku hatiye kirin de dê werin parvekirin. Hikûmeta Şamê hin xal parve kirin, lê di wan xalan de xalên binî hene. Projeyek me heye ku em Sûriyeyê bi awayekî demokratîk birêve bibin. Em bi salan e ji bo vê yekê têdikoşin. Me polîtîkayek ji bo biratiya gelan dimeşand. Yên li hemberî me bi komkujî û xwînrijandinê xwe didomînin. Sûriyeyek yekparêz tê ferzkirin. Ji dema ku ew hatine ser desthilatê ve ji bo vê yekê têdikoşin. Bi rêya eşîr û çeteyan êrîşek mezin li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin.”












