9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja pêncemîn de didome. Weşangerên Kurd ku pêşengeh nirxandin diyar kirin ku li gorî sala par tevlibûna pêşengehê kêm e û bang li xwîneran kirin ku serî li weşanxaneyên Kurdî bidin.
9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Kongre û Fûarî ya Mezopotamyayî ya Navneteweyî di roja pêncemîn de didome. Di vê pêşangehê de dê 32 weşanxaneyên kurd û saziyên ziman û çanda kurdî jî cih digirin. Pêşengeha ku di 18ê Cotmehê dest pê kir dê heta 26ê Cotmehê bidome. Her çiqas dawiya hefteyê eleqeya ji bo pêşengehê zêde be jî nava hefteyê eleqe kêmtir e. Weşangeran eleqeya xwîneran û çavdêriyên xwe ji ajansa me re vegotin.
‘Salên berê beşdarî zêdetir bû’
Nivîskar Bahoz Baran ku li Weşanxaneya Wardozê edîtoriyê dike diyar kir ku li gorî sala par beşdariya xwîneran kêm e û wiha got: “Li Amedê salên berê beşdarî zêdetir bû. Çima îsal beşdarî kêm bû? Sedemên vê yekê hene. Bandora aboriyê li ser vê yekê heye. Ji ber ku pirtûk jî bihane û mirov dixwazin ewilî zikê xwe têr bikin. Ya din em di dema dîjîtal de ne bala mirovan weke berê nîne. Motîve nabin nikarin pirtûkan bixwînin ev jî bandorê lê dike.”Bahoz Baran anî ziman ku wexta pêşengehê jî îsal hinek zû bû û wiha domand: “Meheke din derengtir hatibûya çêkirin wê baştir bûya. Wekî din reklama nava bajar kêm bû. Ev tiştên min hejmartin dibin sedem ku tevlibûn kêm be.”
‘Eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî kêm e’
Bahoz Baran bal kişand ser eleqeya kêm a ji bo pirtûkên Kurdî û ev tişt gotin: “Mixabin xwînerên Kurdî zêde nabin. Li sazî û dezgehan perwerdehiya bi Kurdî tune ye. Xwînerên Kurdî heman kes in zêde nabin. Ev rewş bandorê li ser weşanxaneyan jî dike.”
‘Heke zimanê me tune be hebûna me jî nabe’
Xebatkarê Weşanên Moriyê ku ji bo zarokan pirtûkên kurdî çap dike Firat Akar jî diyar kir ku eleqeya ji bo pirtûkên zarokan baş e û wiha got: “Malbat tên bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin lê belê pirtûkên Kurdî dikirin. Ev cihê keyfxweşiyê ye.”
Firat Akar bal kişand ser girîngiya xwendina bi zimanê Kurdî û wiha domand: “Ziman hebûna me ye. Heke zimanê me tune be hebûna me jî nabe. Gotineke kalikê min hebû digot bere navên zarokên me Erebî bûn. Ehmed, Yûsûf, Memed bû bi kurmancî diaxivîn, niha navê zarokên me bûye Rotînda, Zagros, Berîtan lê belê bi Kurmancî naaxivin. Bi rastî ev yek nexweş e. Li Amedê paytexta Kurdistanê bi kurmancî nayê axaftin. Lê gel xwe di vî warî de bi rêxistin dike û elimîne. Ev yek tişteke xweş e. Heke ziman û çanda me xelas bû wê Kurditiya me jî xelas bibe. Hêviya me ya herî mezin ew e ku gelê me ziman û çanda xwe ji bîr neke. Ji ber vê yekê em pirtûkên zarokan ên bi Kurdî difiroşin. Ji bo ku zarok pêşeroja me ne.”
‘Xwendina pirtûkan pir kêm bûye’
Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneya Sarê Xelîl Semed jî da zanîn ku her du rojên ewil ên pêşengehê eleqeyeke baş hebû û wiha got: “Dawiya hefteyê pir baş derbas bû. Lê nava hefteyê qasî dawiya hefteyê eleqe çênebû. Hêvî dikim ku xwîner van rojên mayî werin û serî li standên me bidin. Ne tenê standa me bi serî li hemû standên ku weşana Kurdî dikin bidin.”
Xelîl Semed bi lêv kir ku xwendina pirtûkan pir kêm bûye û wiha berdewam kir: “Li tevahiya cîhanê ji ber medyaya dîjîtal eleqeya xwendinê kêm bûye. Banga min li dayik û bavên Kurd heye. Bi zarokên xwe re bêtir bi Kurdî bijîn. Weke rolmodel bi wan re bixwînin. Bila pratîka xwendinê ya rojane bi wan re çêbikin.”