Amed – 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja şeşemîn de berdewam dike. Îro xwendekaran û mamosteyên wan eleqeyeke zêde nîşanî pêşengehê dan.
9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja şeşemîn de didome. Di vê pêşangehê de 32 weşanxaneyên Kurd û saziyên ziman û çanda Kurdî jî cih digirin. Pêşengeha ku di 18ê Cotmehê dest pê kir dê heta 26ê Cotmehê bidome.
Xwîneran di roja şeşemîn de bi awayekî girseyî serdana pêşengehê kirin. Hate dîtin ku îro xwendekar li gel mamosteyên xwe eleqeyeke zêde nîşanî pêşengehê dan. Her wiha kesên serdana pêşengehê dikin eleqeyê nîşanî weşanxaneyên Kurdî dikin. Beşdar ji ber pêşengehê keyfxweş in lê hinek ji wan bihayê pirtûkan zêde dibînin. Pêşengeh dê sibê bi rojên îmzeyê yên nivîskaran bidome.