Amed – Pêşengeha Pirtûkan di roja heştemîn de bi eleqeyeke zêde didome. Pêşengeh dê heta sibê êvarî bidome.
9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja heştemîn de didome. Pêşengeha ku di 18ê Cotmehê dest pê kir dê sibehê biqede. Di Pêşengeha Pirtûkan de weşanên Kurdî eleqeyek mezin dibînin. Di pêşengehê de gelek nivîskar pirtûkên xwe yên nû çap kirine hen didin nasandin û hem jî îmze dikin. Li aliyê din li qada pêşengehê panel û semîner jî têne lidarxistin. Pêşengeh sibê heta êvarî bidome.

















