Pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di eniya berxwedanê ya li dijî êrişên çeteyên Şamê de ne.
Êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li dijî êrişan pêşengên şoreşê yên Rojavayê di eniya berxwedanê de cihê xwe girtin. Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîbor Hiso, Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî rext li xwe kirin û di eniyên berxwedanê de cihê xwe girtin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, “peymana teslîmbûnê” ya Şamê red kir, wêneyekê biçek parve kir.







