• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pêvajo bi çi rengî dewam bike bila bike, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin’

Abdullah Esen / AW

25 SIBAT 2026 - 10:20
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Êlih – Jinên ku tev li Heskîfê tev li meş û daxuyaniya TJAyê bûn balê kişandin ser pêvajoya “Aşti û Civaka Demokratîk” a ku saleke hatiye destpêkirin û gotin: “Pêvajo bi çi rengî dewam bike bila bike, em ê dîsa têkoşîna xwe ya aştî, azadî û yekîtiyê dewam bikin.”

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin di nava salekê de gelek tişt bi xwe re guhert û rê li ber gelek tiştên erênî û nû vekir. Tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê pêvajoyê de gelek gav avêtin jî dewleta Tirk ji bilî avakirina Komîsyona li Meclisê hê jî tu gavên şênber neavêtine. Jinên ku li navçeya Heskîfê ya Êlihê tev li meş û daxuyaniya Tevgera Jinên Azad (TJA) a ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûn diyar kirin ku tevî pêvajo saleke hatiye destpêkirin jî hê jî ji aliyê dewletê ve gaveke şênber nehatiye avêtin.

‘Em ê dest ji vê têkoşînê bernedin, ji ber ku em mafdar in’

Hevseroka DBPa Êlihê Mûhtiye Demîr pêvajoya “Aşti û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de ji bo aştiyeke mayînde daye destpêkirin û wiha axivî: “Ji salvegera peyamê re maye 2 roj û di nava vê salekê de gelek tişt bi xwe re guhertin. Her wiha ji aliyê PKKê û ji aliyê gelê Kurd ve gelek gav hatin avêtin. Bi dest pê kirina vê pêvajoyê PKKê kongreya xwe li dar xist û pişt re jî çekên xwe şewitandin û xwe fesix kir. Tişta ku birêz Ocalan û rêxistina xwe gotin hemû bi cih anîn. Dîsa jî bi her awayî em ê doza xwe ya aştiyê didomînin, ji ber ku mafdar in û bi salan e em dibêjin azadî û aştî. Li aliyê din hê jî ew nêzîkatiyên xwe yên qirêj didin meşandin. Li rojavayê Kurdistanê hevala me ya jin ji avahiyê hate avêtin û bi vê yekê re li gelek deveran jin rabûn ser piyan. Ji ber ku tiştekî em qebûl bikin nîne û bertekên hevalên jin dabûn, ew bixwe jî li cîhanê gelek deng da. Bi vê yekê re li wan keziyan jî xwederketineke mezin çêbû. Û em bi jêkirin wan keziyan gelek xemgîn bûn û pê êşiyan. Pêvajo bi çi rengî dewam bike bila bike, em ê dîsa têkoşîna xwe ya aştî, azadî û yekîtiyê li ser vê rêçê dewam bikin. Armanca dewletê jixwe diyar e, naxwaze ku aştiyekê pêk bîne. Em ê dest ji vê têkoşînê bernedin, ji ber ku em mafdar in em li ser doza xwe disekinin.”

‘Ew kezî ji me re bûn ronahî, fikir û ramanek’

Dayîka bi navê Hatûn Çetînkaya jî bi lêv kir ku pêvajoya heyî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Tevî ku pêvajoyek heye jî li ser Rojava şer nasekine û ew dorpêç kirine. Li wir zarokên me hemû mane bê şîr û bê derman. Bi vê dorpêçê re hemû nexweşiyên wan zêde bûne. Em silavên xwe ji Rojava re dişînin, lê Rojava ji me re bû saleke aştî, biratî û yekîtiyê. Keziyên keça me jêkirin, ew kezî ji me re bûn ronahî, fikir û ramanek. Heta dinya ava be em ê keziyên keça xwe ji bîr nekin. Her çiqas em dakevin kolanan û di mitîngan bimeşin em ê keziyên keça xwe jî ji destê xwe dernexin. Ev fikir û raman hemû ji Serokatî ji me re mane. Niha jî hin xweşiyên ku hatine avakirin, hemû bi pêvajoya ku Serokatî daye avakirin re dimîne ji me re. Banga me li hemû gelê Kurd e bila dakevin kolanan û li vê têkoşînê bibin xwedî.”

‘Birêz Ocalan çi tişta ku ji destê wî tê dike’

Dayîka Sebîha Ekîncî jî anî ziman ku ji bo pêvajo baş bê meşandin, çi ji destê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tê dike û ev tişt anî ziman: “Bi salan e em di binê zilma mêran de diman, lê îro em daketine kolanan ew jî bi saya avakirina paradigmaya birêz Abdûllah Ocalan û têkoşîna me jinan e. Em jî weke jin gelek li ber xwe didin, ji bo ku em jî bigihêjin azadiya xwe. Lê armanca me ne bi tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo hemû jinên ku di bin zextan de ne ye. Ev starta ku me li vir da, em bi vê yekê re li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Bi taybetî li jinên Rojava û yên ku di çeperên şer de têdikoşin pîroz dikin. Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin, bi rastî jî pêvajoyeke gelek baş e. Birêz Ocalan çi tişta ku ji destê wî tê dike. Bi vê pêvajoyê re PKKê çek şewitandin, xwe fesix kirin û bi vê pêvajoyê re gel bêhnek sitend. Dayîk hemû rabûne ser piyan.”

‘Rojava ne bi tenê ye, Rojava jî Bakur û Başûr e’

Sebîha Ekîncî destnîşan kir ku komisyona li Meclisê hatiye avakirin, bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan e û wiha domand: “Tevî ku pêvajo heye jî hê jî gaveke şênber nehatiye avêtin. Beriya hefteyekî li Meclisê komîsyonê raporek belavkirin, lê di nava wê raporê de 7 xal hene. Lê li ser zimanê Kurdî û ‘Mafê Hêviyê’ yê ji bo hemû girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tu tiştekî tune ye. Ji aliyê Serokatî ve her tişt temam e, çi tişta ku hatibe ser milê wî kiriye. Li Rojava û li qadên parastinên medyayê hê jî şer didome. Her wiha li Fransa yê jî ji aliyên dewletên navneteweyî ve peymanek hate îmzekirin. Ew jî ji bo ku Kurdan di komkujiyan re derbas bikin. Her çiqas gelek can ji me çûbin jî di vî şerê dawî yê Rojava de, me Kurdan cara yekemin ew qas yekîtiya xwe dît. Cara yekemîn bû ku me dît dirûşmeya Kurdan a ‘Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e’ dihat berzkirin. Ew jî da nîşandan ku her kes di wê pêvajoyê de kesek heta êvarê li kolanan bûn. Ger ku ev tişt berdewam bikira dê rê li ber gelek felaketin mezin jî vebikira. Ev sekinandina şerê dawî yê li Rojava û peymanên ku li Rojava hatin îmzekirin jî bi saya serokatî bûn. Em qala neteweyeke demokratîk dikin, dema her tişt weke şerê li Rojava bimeşe em ê bi hev re yekîtiyek ava bikin. Divê aştiyeke meyinde bê avakirin, da ku em dikaribin bi hev re bijîn. Heta ku serokatiya me azad bibe em ê li pey şopa wî bin. Rojava ne bi tenê ye, Rojava jî Bakur û Başûr e.”

Etîket: HeskîfHetûn ÇetînkayaJinMûhtiye DemîrpêvajoSebîha EkîncîTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jin li Heskîfê meşiyan: Em 8ê Adarê bi ruhê yekîtiya neteweyî pêşwazî dikin

Jin li Heskîfê meşiyan: Em 8ê Adarê bi ruhê yekîtiya neteweyî pêşwazî dikin

24 SIBAT 2026
‘Em ê hem 8ê Adarê hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin’

‘Em ê hem 8ê Adarê hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin’

24 SIBAT 2026
TJAyê li Bedlîsê bernameya 8ê Adarê da destpêkirin

TJAyê li Bedlîsê bernameya 8ê Adarê da destpêkirin

23 SIBAT 2026
Abdullah Zeydan: Guh nedin van gotinên beredayî

Abdullah Zeydan: Guh nedin van gotinên beredayî

23 SIBAT 2026
TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

23 SIBAT 2026
Li Perperikê û Xalxalokê 21ê Sibatê hat pîrozkirin

TJA: Armanca me temamkirina aştî û civaka demokratîk e

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (906)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne