• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pêvajoyê bi gel re niqaş dikin

Omer Demîr / AW

3 TÎRMEH 2025 - 09:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Cîgirê Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Celal Alphan tekildarî civînên gel diyar kir ku ew bi rêya civînên gel, pêvajoyê bi gel re parve dikin û bi hevre li ser pêvajoyê niqaş dikin.

Ji bo ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gel de baş bê femkirin partiyên siyasî û saziyên civakî li tax û gundan civînên gel li dar dixin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinen Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk li Amedê her roj li gund û taxên navend û navçeyên Amedê “Civîna Gel” li dar dixin. Cîgirê Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Celal Alphan derbarê “Civînên Gel” re ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Em pêvajoyê bi gel re parve dikin’

Celal Alphan destnîşan kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo hat destpêkirin. Celal Alphan, da zanîn ku ji bo pêvajo baş bê femkirin wan dest bi civînên gel kirin û wiha axivî: “Ji bo ku em nerînên gel, rexne û pêşniyarên gel bistînin, em bi gel re vê pêvajoyê niqaş dikin. Civîn ji aliyê gel ve bi coş tên pêşwazî kirin. Em her roj li tax û gundan civînan pêk tînin. Di van civînan de roj bi roj tevlêbûna gel zêde dibe. Ji gundên herî dûr, biçûk û heta navêndên bajêr em li her gund û taxan civînên gel li dar dixin. Pirsên ku welatî ji me dipirsin em dibersivînin. Me di serî de 200 civîn danîbû pêşiya xwe. Lê em ê hejmara wan civînan zêdetir bikin. Heta îro me 30 civîn pêkaniye. Em pêvajoyê bi gel re parve dikin û der barê geşedanên nû de agahiyan didin gel.”

‘Gel bi xwe, rêxistina xwe û Serokê xwe bawer e’

Celal Alphan bi bîr xist ku gelê Kurd ev 50 sal in ji xwe di nava pêvajoyê de ye û ew tişt anî ziman: “Gelê Kurd pêvajoyê dibîne, dizanê û dipejirîne. Di civînan de gel zêde pirsan dipirsin û nakokiyên di serê xwe de parve dikin. Dîwan hewl dide bibe bersîva gel. Em bi gelê xwe re di nava parvekirinê de ne. Gel dixwazê hîn bibe. Her çiqas heta îro tu gav nehatibê avêtin jî, gel pêvajoyê baş pêşwazî dike. Gel bi xwe, rêxistina xwe û Serokê xwe bawer e. Û bi wî şeklî nêzî civînan dibe. Gel tiştên ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatine gotin erenî dibîne.”

‘Em civakê ji bo pêvajoyê amade dikin’

Celal Alphan diyar kir ku li her derê Kurdistanê, bi her beşên civakê re di nava danûstandinê de ne û wiha got: “Gel îro li benda gavên erenî ye. Di pêşerojê de ji aliyê dewletê ve ew gav bên avêtin gel jî dê baştir nêzî pêvajoyê bibe. Em civaka xwe ji bo pêvajoyê amade dikin. Ji bo gav bêne avêtin em ê di nava xebatan de bin.”

‘Gel li benda nêzikatiya dewletê ye’

Celal Alphan anî ziman ku Gelê Kurd ne dûrî komunan e û wiha pê de çû: “Gelê Kurd ji xwe bi salan ne wekî komunan dijî. Ji bo vê îro komunan erenî dibîne. Ji bo wê komunan pêjirandiye û qebûl kiriye. Gel li benda nêzikatiya dewletê ye. Gelê Kurd bi her awayî amade ye.”

‘Divê gel bêtir xwe tev li pêvajoyê bike’

Celal Alphan xwest ku hemû welatî pirsên di serê xwe de parve bikin û zêdetir tev li civînan bibin. Celal Alphan diyar kir ku ew her roj li qadanin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Em ji her rewşê re amade ne. Em dizanin ku keda her kesî di nava aştiyê de ye. Aştiyek aramî werê dê her kes hembez bike. Ji bo pêvajo bi ser bikeve divê gel alîkariyê bide me.”

 

 

Etîket: Celal AlphanCivînên gelDBPDEM PartîTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

17 TEBAX 2025
Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

15 TEBAX 2025
Ajansa me xwe gihand cihê talankirina daristanên li Omyanisê

Parlamenter Saritaş birîna daran bir rojeva Meclîsê

15 TEBAX 2025
Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

13 TEBAX 2025
Xelkê Cizîrê guh neda astengiyan û serdana şîna endamê HPGê kir

Xelkê Cizîrê guh neda astengiyan û serdana şîna endamê HPGê kir

11 TEBAX 2025
Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

11 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (298)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne