Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di hevdîtina xwe ya bi Vladîmîr Putîn re diyar kir ku ew ji bo aştiya herêmî amade ne. Artêşa Îranê hişyarî da ku ew ê bersivê bidin keştiyên leşkerî yên nêzî Tengava Hurmuzê dibin.
Li gorî nûçeyan, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di hevdîtina xwe de ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re ragihandiye ku bi şertê rêzgirtina li berjewendiyên neteweyî yên Îranê, ew amade ne ji bo “aştiya herêmî ya mayînde” li hev bikin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Pezeşkiyan bikaranîna baregehên leşkerî yên DYAyê yên li welatên Kendavê li dijî Îranê şermezar kir.
Tevî vê yekê, Pezeşkiyan welatên herêmê wekî “birayên xwe” bi nav kir û destnîşan kir ku divê pergaleke ewlehiya herêmî ya ku hêzên biyanî tê de nînin, bê avakirin.
Li aliyê din, artêşa Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê “di bin kontrolê de ye” û destûrê didin derbasbûna keştiyên sivîl.
Di daxuyaniyê de her wiha hat tekez kirin ku nêzîkbûna keştiyên leşkerî ji bo Tengava Hurmuzê wekî “binpêkirina agirbestê” tê hesibandin û wê bi rengekî “tund û bi biryar” bersiv bê dayîn.













