awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DYA: Heke Îran bi niyeta baş amade be em jî amade ne

Navenda Nûçeyan / AW

10 NÎSAN 2026 - 20:54
Kategorî: CÎHAN
A A
Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance derbarê danûstandinên ku bi Îranê re tên plankirin de peyamên erênî da û got: “Heke Îran bi niyeteke baş ji danûstandinan re amade be em amade ne ku destê xwe dirêj bikin.”

Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance diyar kir ku ew bi kelecan li benda danûstandinên bi Îranê re ye û got: “Em li benda van danûstandinan in, ez difikirim ku ew ê pir erênî derbas bibe.”

JD Vance beriya ku biçe Pakistanê ev tişt anî ziman: “Wekî ku Serok (Donald Trump) got, heke Îranî bi niyeteke baş danûstandinan qebûl bike, bê guman em amade ne ku destê xwe dirêjî wan bikin.”

Pêvajoya ku bi êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de destpê kir, Îranê bi bersivdayinan û girtina Tengava Hurmuzê bandor li bazarên enerjiyê yên kûrewî jî kir.

Her çiqasî di navbera aliyan de nakokiyên berdewam dikin jî hat ragihandin ku DYA di serî de ji bo bernameya nukleerî û xebatên mûşekên balîstîk de daxwazên berfireh pêşkêş kir. Îranê jî dixwaz kir ku danekirin bên rakirin û operasyonên leşkerî li herêmê bi dawî bibin.

Pakistan navbeynkariya hevdîtinan dike û tê payîn ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera aliyan de di bin tedbîrên ewlehiyê de pêk werin.

Etîket: amadebaşDYAÎranniyet
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Amerîkayê daxuyaniya Îranê: Dibe ku agahiyên baş werin

Ji Amerîkayê daxuyaniya Îranê: Dibe ku agahiyên baş werin

24 GULAN 2026
WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Di muzakereyên DYA û Îranê de nakokî kûr dibin

23 GULAN 2026
Ji bo Ezîzî banga navneteweyî: Darvekirinê rawestînin!

Ji bo Ezîzî banga navneteweyî: Darvekirinê rawestînin!

22 GULAN 2026
Trump: Em dê dest danên ser uranyûma Îranê

Trump: Em dê dest danên ser uranyûma Îranê

22 GULAN 2026
Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

21 GULAN 2026
Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne