Îro li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê jî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de axaftin hatin kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” Newroz tên pîrozkirin. Ji van bajaran Sêrt, Çewlig û Xarpêtê jî gel berê xwe da qadên ku Newroz lê tê pîroz kirin û bi awayekî bicoş Newroz pîroz kirin.
SÊRT
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Sêrtê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta bi nivîsa “Nasnameya me azadî ye, nefes bi nefes. Silav ji bo kesên ku rojê di dilê xwe de hildigirin. Newroza te pîroz be, ey roja me” hat daliqandin. Di pîrozbahiyê de ji bo Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim û kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Pişt re girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
Endamê Komîteya Amadekar Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bilge û Endama Meclisa Şaredariya Sêrtê Elîf Akan ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, axivîn û Newroza gel pîroz kirin.
Divê bersiva banga Abdullah Ocalan bê dayîn
Hevberdevkê Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, bal kişandin ser geşedanên li Rojhilata Navînê û got ku destkeftiyên Kurdan hedef hatine girtin. Kamaç îşaret bi berxwedana Rojavayê kir û got ku ger Kurd bi tifaq tevbigerin dê bihêztir bibin. Kamaç li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî sekinî û destnîşan kir ku divê bersiva banga Abdullah Ocalan bê dayîn û gavên demokratik bên avêtin.

‘Kurd doza nasnameya xwe û azadiya Abdullah Ocalan dikin’
Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku Newroz sembola berxwedaneke dîrokî ye û got ku Kurd doza zimanê xwe yê dayikê, nasnameya xwe û azadiya Abdullah Ocalan dikin.
Çigdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku gelê Kurd 27 sal in bi Abdullah Ocalan re li ber xwe dide û got: “Têkoşîna ku guh nade dîwarên girtîgehan dibêje ku divê statuya birêz Ocalan bê zelalkirin. Em ji birêz Ocalan re azadiyê dixwazin. Ev azadî di heman demê de azadiya gelê Kurd e. Nêzîkatiya bi birêz Ocalan re nêzîkatiyek ji bo gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, piştî 27 salên berxwedana azadiyê, divê birêz Ocalan azad bibe, divê bi gelê Kurd re hevdîtinê bike û têkoşîna xwe bi wan re bidomîne. Gelê Kurd dê bi zimanê xwe yê dayikê bijî. Ew ê bi nasnameya xwe bijî, ew ê bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk ên ku wan nîşanî tevahiya cîhanê dane bijîn. Em dixwazin xwe bi rê ve bibin, bi ziman û nasnameya xwe bijîn, em statuyê dixwazin. Statu azadiya gelê Kurd e. Cejna gelê Kurd li hevalên me yên di zindanê de, bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pîroz be.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi coşeke mezin hat vêxistin. Piştî vêxistina agir Koma Vejîn û Hozan Arhat derketin ser dikê. Girseyê li ber stranan govend gerand.
Newroz bi gerandinê govendê bi dawî bû.
XARPÊT
Di pêşengtiya DEM Partîyê de piştî 11 salan li Qada Îstasyonê ya Xarpetê Newroz pîroz kir. Hevşaredar, parlamenter, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de bi hezaran kes tev li bernameya pîrozbahiyê bûn.

Li ser navê Komîteya Newrozê Yûnûs Kaval axivî û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an û got: “Me destê xwe ji bo azadiyê dirêj kir lê li hewayî ma.”
‘Piştî her demeke tarî biharek tê’
Dû re Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Havîn Cîrît di pîrozbahiyê de got ku Newroz ne tenê cejnek e lê di heman demê de sembola berxwedaneke dîrokî û çandî ye û got: “Em ne tenê newroza sala nû pêşwazî dikin em diroka bi hezaran salan berdewam dikin. Agirê Newrozê ne tenê çandeke kevnar e û tişta ku Newrozê hînî me kirî ew e ku em dizanin ku piştî her demeke tarî biharek tê”
Pişt re Hevseroka DEM Partiyê ya Xarpêtê Songûl Cengiz jî bi awayekî kurt axivî û got: “Newroz ji bo me Mazlum Dogan, Rehşan Demîrel, Zekîye Alkan, Hayrî Durmuş û Sema Yuce ne. Ew ji bo têkoşîna azadiya gelê me bûn çirayek û rêya me ronî dikin.”
‘Agirê Newrozê sembola azadiyê ye’
Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî Newroza girtiyan pîroz kir û wiha got: “Newroz agirê Mazluman ê li dijî zilmê ye. Ew agirê Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim hilkirî, îro jî weke sembola azadiyê dijî.” Ayten Korduyê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û silav kir. Ayten Korduyê got ku tevî baranê jî gel li qadê ye û axaftina xwe wiha domand: “Ev yek nîşan dide ka agirê di dilê we de çiqas xurt e. Em dizanin ku ev qad qada hêvî, berxwedan û govendê ye. Lêbelê berpirsyartiyeke me heye.” Ayten Korduyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî silav kir û got ku dê teqez civaka demokratîk ava bikin. Bi domdarî got ku dê jin û ciwan pêşengtiya pêvajoyê bikin û anî ziman ku ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê divê bêhtir xwe birêxistin bikin.
Dayika Aştiyê Fatma Tosunê jî diyar kir ku ji bo aştiyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û dê têkoşîna wan a ji bo aştiyê bidome.
Pişt re Wekîla DEM Partiyê Adalet Kaya axivî. Adalete Kaya diyar kir ku kengî Mazlûm Dogan bê bîra wan dizanin ku tu tarîtî heta dawiyê namîne û got: “Agirê Newrozê helwesta azadîye ya ku di dilê we de yê. Ew agir Mazlûman û Zekîyayan pêxist û hêj di dilê ciwanan de geş e.” Adalet Kayayê îşaret bi şerê li herêmê kir û got ku divê Kurd li dijî vê rewşê yekitiya xwe ya neteweyî xurt bikin. Adalet Kayayê, destnîşan kir ku rêya çareseriya aloziya li herêmê Rêya Sêyemîn a Abdullah Ocalan e û rizgariya gelan girêdayî vê xetê ye. Her wiha Adalet Kayayê têkildarî pêvajoyê jî xwest dewlet gavên pratîk û şênber biavêje.
Agirê Newrozê hate vêxistin
Piştî axaftinan, Dayika Aştiyê Fatma Tosun, wekîlan û ciwanan agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend Erdogan Emîr, Koma Berçem derketin ser dikê. Pîrozbahî, bi gerandina govendê ya li ber dahol û zirneyê bi dawî bû.
Çewlig
Li Çewligê jî li rex Nexweşxaneya Dewletê ya li Taxa Sarayê pîrozbahî hat lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Wekîlê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku ku di pîrozbahiyê de Newroza gel pîroz kir, diyar kir ku Newroz vejîn û agirê azadiyê ye û destnîşan kir ku ev agir îro li her çar parçeyê Kurdistanê hil dibe.
Aktivîsta TJA’yê Gulistan Atasoy jî îşaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir û got: “Tecrîd, nêzî çaryek sedsal e didome. Lê tevî vê jî birêz Abdullah Ocalan mizgîniya azadiya gelên Rojhilata Navîn dide. Em Newroza birêz Ocalan pîroz dikin. Ev hemû şehîdên xwe yên bi têkoşîna xwe rê li ber van rojan vekirin ku em li qadan Newroza xwe azad pîroz bikin, bi bîr tînin. Em ê bi mezinkirina têkoşînê deynê xwe yê ji bo wan bidin.”
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.














