Li Stenbolê bi tevlibûna deh hezaran kes Newroz tê pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egîd) û Çiyager hatin vekirin.
Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya ku îsal bi dirûşmeya, “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin berdewam dike. Bi deh hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî, al û filameyan kesk, sor û zer qada pîrozbahiyê Newrozê xemilandine. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egîd) û Çiyager hatin vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.














