Li Girkê Legê, Dêrik û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.
Li Kurdistan, Ewropa û gelek welatên cîhanê pîrozbahiyên Newrozê bi coşeke mezin dest pê kirin. Pîrozbahiyên Newrozê Dêrik, Girkê Legê û Kobanê bi pêxistina meşaleya Newrozê ku dayikên hat vêxistin dest pê kir.
Girkê Legê

Bi beşdariya şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û herêma Aliyan pîrozbahiya Newrozê li gundê Hilêqî yê Girkê Legê dest pê kir û komîteya amadekar axaftina destpêkê kir. Di axaftinan de Newroz hat pîrozkirin û komên hunerî bo dika pîrozbahiyê hatin vexwendin û axaftin hat kirin. Beşdaran jî dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.
Piştre dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, meşaleya Newrozê pêxistin û deqeyekê rêz hat girtin.
Dêrik

Li Dêrikê jî pîrozbahî li Qada Şehîd Çîçek bi pêxistina meşaleya Newrozê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştre komîteya amadekar, komên hunerî vexwend ser dikê da ku axaftina pîrozbahiyê bike. Pîrozbahî bi strîna stranan dom dike.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf destnîşan kir ku Newroz sembola nûjenbûna gelê Kurd e û got: “Ji girtîgeha Amedê heya niha bi hezaran şehîdan bi xwîna xwe ev roj parastin; ji ber ku ev roj rojeke dîrokî ye. Tevî hewldanên qedexekirina Newrozê, lê bi israr û îrade me her timî meşaleya Newrozê li Kurdistanê û cîhanê pêdixist.”
Endama Desteya Hevserokatiya PYDê Foza Yûsif jî Newroz li gelê Kurdistanê, malbatên dîlgirtiyan û tevahî girtiyên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Hebûna me ya îro li qada Newrozê bi saya keda şehîdan û yekitiya gelê me li her çar aliyên Kurdistanê ye. Berxwedana şehîd Ziyad Heleb û Denîzan, heya berxwedana Harûn û Hogiran gelê Rojava berxwedaneke mezin raber kir û berdêlên giran dan. Bi saya vê berxwedanê gelê me îsal bi serferazî Newrozê pîroz dike.”
Kobanê

Gelê Kobanê jî Newrozê li Qada Miştenûr li dar dixe. Piştî pêxistina meşaleya Newozê û rêzgirtinê, komîteya amadekar komên hunerî vexwendin ser dikê. Pîrozbahî bi govend û stranan didome.













