Nivîskarên Kurd pirtûkên “Rondik” û “Zar” gotûbêj kirin. Nivîskaran diyar kirin ku wan êşên gelên Kurdistanê vegotine.
Nivîskar û wêjekarên Kurd li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd a li navçeya Peyasê a Amedê gotûbêj li dar xistin. Gotûbêj li ser pirtûka nivîskar Zînet Dînçer a bi navê “Rondik” û pirtuka Azad Zal a bi navê “Zar” hat kirin. Nivîskar û wêjekarên Kurd û gelek pirtûkhêz tevlî bernameyê bûn. Nivîskar Zînet Dînçer û Azad Zal di destpêka bernamê de behsa çîroka pirtûkên xwe kirin.
Nivîskar Zînet Dînçer di pirtûka xwe ya bi navê “Rondik” de behsa çîroka jinên êzidî ya dema fermana Şengalê dike û ev yek bandorek mezin li ser wê kiriye kir û ev tişt gotin: “ Piştî êrişa DAIŞê ez çûm li Şengalê min xwest ez wek moral bi jinên êzidî re rûnêm û alikariya wan bikim. Lê mixabin ew êşa ku min li wê derê dît li ser min gelek bandor kir. Ew mînaka ku zarokek gelek tiye lê av tuneye vexwe dayika wî tiliya xwe jê dike û xwîna xwe dide zaroka xwe ku ew zarok bila tîbûna wî biçe î. Vî gelî êş û fermanek gelek mezin dît. Herî zêde jî jinên êzidî ev êş kişand. Ji ber vê yekê min jî xwest di vê pirtûka xwe de behsa wan rojan bikim.”
‘Zarokên Kurdistanê nizanin heskirin çi ye’
Nivîskar û rojnameger Azad Zal jî çîroka di pirtûka xwe ya binavê “Zar” de balê dikşîne li ser nasnameya neteweya kurd û wiha axivî: “Min xwest ku li ser nasnameya neteweya Kurd bixebitim û bidim nasîn. Ev pirtûka min sê beşê wî heye. Min li çar parçeyên Kurdistanê bajarekî kesek afirand. Her parçeyekî qehremanek hebû min wateyek li ser wan bar kir. Zarokên kurd ewqas derd û kul dîtine ji nizanin heskirin çi ye û ji peyva hezkirinê dûr mezin bune.Beşa îro navê wî Zare û ew îro ye beşê din jî dê û bave. Ewana jî duh îro û sibeh e. Beşaîro bi navê xwe yên dinê Zar an jî Evîna Wenda mijara wî li Mahabadê derbas dibe. Zarokên Mahabadê piştî têkçûyinê nikarin hez bikin min jî dêrûniya wan zaroka ji xwe re kir mijara nivîsê. Di pirtûkê de çar kes heye Zal ji Amedê ye, Jan ji Amûdê ye, Xezal Mahabadê ye û Leyla jî ji Kerkûkê ye. Ev her çar qehreman jî bêxwedî ne. Yên ku bavê wan tuneye yên ku dayika wan jiyanek bi êş dijî. Rastî van her çar kesan êş û belengaziya zarokên her çar prçeyên Kurdistanê kişandiye min xwest ez wan bînim ziman.”
Bernameya gotûbêjê bi pirs û bersivan bi dawî bû.














