Saît Zambak ê ku piştî 30 salan hate berdan got: “30 salên min bi têkoşînê derbas bûn. Ez serbilind û serfiraz im.”
Saît Zambak (52) ku di sala 1995an de li Balikesîrê hate binçavkirin, birin Erziromê û hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebedê li Saît Zambak birî. Saît Zambak piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê hate berdan.
Zambak li ber girtîgehê ji hêla malbata xwe, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) û DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin.
Jiyana wî bi têkoşînê derbas bû
Saît Zambak li pêşiya girtîgehê axaftineke kurt kir û wiha got: “Piştî 30 salan hatim berdan. Vegotina vê hestê zor e. Ruhê mirovên ji jiyanê hez dikin û têkoşeran, her tim ciwan dibe. 30 sal ên min ên di girtîgehê de bi têkoşînê derbas bûn. Lewma serbilind û serfiraz im. Hestên pir cuda dijîm. Rewşa hevalên min ên li hundir jî baş e, li ber xwe didin.”
Saît Zambak tevî malbata xwe ve çû navçeya Soke ya Aydinê.