Mehmet Mehdî Ataca yê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Şakranê tehliye bû, diyar kir ku wê li ser rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kirî bi berdewamî bimeşe.
Mehmet Mehdî Ataca yê ku sala 1995an li Edeneyê hatibû girtin. Di Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê de bi îdiaya ‘Xerakirina yekîtî û yekparetiya dewletê’ cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Mehmet Mehdî Ataca di girtîgehên Êlih, Amed, Yozgat, Îskenderûn, Edene, Mersîn, Sêrt û herî dawî jî li Îzmirê ma.
Mehmet Mehdî Ataca yê ku li Girtîgeha Girtî ya Şakranê ya Alîagayê dihat girtin, piştî 31 salan tehliye bû. Ataca yê ku berdana wî carekê hatibû taloqkirin, li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat, xizm, rêveberên EGE-TUHAYDER, MEBYA-DER û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Alîagayê ve bi kelecanek mezin hat pêşwazîkirin.
Ataca piştî derketina xwe wiha axivî: “Niha rewşa hevalên me yên hundir baş e û silav li we dikirin. 35 sal in gelê me xwedî li me derket. Em deyndarê gelê xwe ne ku av û nan da me û dema lazim bû malên xwe ji bo me kirin stargeh. Ez bi dil û can spasiya wan dikim. Min 31 salan ji keda gelê xwe re îxanet nekir. Ez îro bi serbilindî derdikevim.”
Mehmet Mehdî Ataca di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Pêvajoyek tê meşandin; em ê li derve jî ji bo ku ev pêvajo ber bi başiyê ve biçe, li cem Birêz Ocalan cihê xwe bigirin. Ji bo ku êdî zarokên Kurd û Tirkan nemirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Em alîgirên aştiyeke rast û heqîqî ne. Yek ji şehîdên vê pêvajoyê jî hevalê me Sirri Sureyya ye; ez wî jî bi rêzdarî bi tînim.”














