Amed – Helbestvan Îlhan Dayan ê ku piştî 32 salan ji girtîgehê derket cara ewilî beşdarî Rojên Pirtûkên Kurdî ya Amedê bû û got ku divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û qanûn bên guhertin û banga xwedîderketina li ziman kir.
Nivîskar Îlhan Dayan piştî 32 salan di meha adara 2025an de ji Girtîgeha Amedê hat berdan. Dayan cara ewil di sala 1991an de li Amedê tê girtin û piştî du salan tê berdan. Dema cara ewil tê girtin 17 salî ye. Piştî ku ji hepsê tê berdan cara duyemîn piştî salek û nîvê di meha Tebaxê ya sala 1993yan de li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê tê girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê bi îdiaya “Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” cezayê muebedê lê dibire. Îlhan cara duyemîn tê girtin 19 salî ye û di 51 saliya xwe de li Amedê hatibû berdan.
Ew jî wek gelek girtiyên Kurd ku tê girtin hê zarok e û li girtîgehê dest bi nivîskariyê dike. Li girtîgehê wêjeya Kurdî nas dike û nivîsandin jê re dibe xem û ew di nava vê ragirtina dirêj a di hepsê de hestên xwe dirijîne ser kaxezê.
Îlhan Dayan piştî du mehên berdana ji girtîgehê ew cara ewil hat li Amedê beşdarî Rojên Pirtûkên Kurdî bû û bi xwendevanan re gotûbejek li dar xist. Her wiha Dayan pirtûkên xwe jî ji bo xwendekvanên xwe îmze kir.
Îlhan Dayan ê ku beşdarî Rojên Pirtûkên Kurdî bû, ji Ajansa Welat re axivî.
‘Girtîgeh cihê berxwedanê bû’
Îlhan Dayan bi bîr xist ku ew pirr bi kelecanek zêde ji hepsê derketiye û wiha got: “Meriv nikare vê kelecanê pênase bike. Ez û gelek hevalên wek min 30 sal an jî zêdetir, em di girtîgehê de man. Di girtîgehê de mayîn bi serê xwe berxwedan bû. Ya ku mirovan dike mirov, ya ku hestê mirovatiyê, Kurdewariyê, ziman û şêweya jiyanê diafirîne berxwedan bû. Me di girtîgehê de bi berxwedanê ziman, helbest, wêje, huner û şêweya jiyanê nas kir. Piştî vê berxwedanê derketina derve bêguman kelecanek wisa bê pênase ye. Dîtin û fêmkirina derve û rewş û naskirina derve, ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve hinekî zehmetî ye. Her çiqas em di nav dîwaran de bûn jî lê em ji jiyanê dûr nebûn. Em ji derve ne dûr bûn. Em di nava têkiliyek wisa zindî de bûn. Ji bo famkirin û naskirina derve dem lazim e.”
‘Berxwedana me rejîmê têk bir’
Dayan anî ziman ku gera li kolanên welat û rabûn û rûniştina bi heval û dostan re hêzek din li hêza mirov û hêviyek din li hêza meriv zêde dike û ev yek anîn ziman: “Gera li bajarê Kurdistanê, dilgermî, hêvî û kêfxweşiyê li meriv zêde dike. Lewra piştî ewqas sal me dîwarên girtîgehan hilweşand û em hatin. Me rejîma ku dixwest fetisandinê li ser me ferz bike, me têk bir. Em hin bêtir bi hêvî hatin. Ez niha di pêvajoya nasîna derve de me. Bi kurt û kurmancî ez di pêvajoya famkirinê de me. Hinek tişt hene jixwe divê em hîn nebin û em ê hîn nebin. Tiştên em hîn bibin hene, tiştên em jê dûr bisekinin û nas nekin hene.”
Hatina Amedê…
Îlhan Dayan behsa hatina xwe ya bajarê Amedê kir û hestên xwe rave kir: “Di serî de vê bêjim; hatina Amedê bi serê xwe wateyek pirr cuda ye. Li Qada Şêx Seîd hin bêtir watedar e. Beşdariya min ji bo vê pêşengehê kelacenek cuda ye. Ez nikarim vê kêliyê û hestên xwe pênase bikim. Dilê min ji bo vê yekê wek beroşekî dikele.”
‘Divê astengiyên li pêşiya ziman bên rakirin’
Îlhan Dayan bal kişand ser astengî û nenasîna zimanê Kurdî û wiha got: “Bêguman divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rabin û qanûnên li pêşiya Kurdî asteng in bên guhertin. Divê hemû astengiyên li pêşiya ziman û baweriyan werin rakirin. Jiyanek hevpar bi vî rengî pêkan e. Mixabin min dît ku xetereyek din li ser zimanê me heye. Ev jî ew e ku di kolanên bajarên me de, di malên me de danûstandina bi Kurdî ya bi zarokên pirr kêm e. Ev yek xetereya zimanê me nîşan dide. Em bi vê xemgîn dibin, pê diêşin. Divê gelê me li hemberî zimanê xwe şiyar be. Zimanê me hebûna me ye, ziman em bi xwe ne. Ziman tine be, Kurd tine ne, ziman tine be welat tine ye. Ziman tine be nasname tine ye. Divê beriya guhertinên qanûnên wan, em xwe bi guherînin. Divê em hişmendî û nêrîna li ser zimanê xwe biguherînin. Lazim e em bi her awayî xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em di mal û kolanên xwe de li zimanê xwe şiyar bin.”
‘Ev pêvajo dê deriyên nû vebike’
Îlhan Dayan bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Berî her tiştî em bi hêz û Rêbertiya xwe bawer in. Ev pêvajo ji bo gelê Kurd û hemû netewên din deriyê jiyanek nû, deriyê hişmendî û paradîmgayek nû vedike. Em ji ber vê pêvajoyê bi kelecan in û bi hêvî ne. Em wisa bi bawer in ku ev pêvajo ji derveyî îradeya me astengiyên mezin dernekevin, dê bi serkeftî jî bi dawî bû. Hêvî û bendewariya ji vê pêvajoyê ew e ku her netew dikaribe bi nasname û zimanê xwe bijî, dikaribe xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û li ser vê esasê dikaribe siyasetê bike. Heke ev pêvajo wisa bi rê ve biçe dê deriyên nû li ber Kurdan û hemû kesî veke.”
‘Divê hemû girtiyên azadiyê werin berdan’
Îlhan Dayan xwest hemû girtî bigihîjin azadiya xwe û di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Divê hemû girtiyên nexweş û hemû hevalên me yên girtî demildest bên berdan. Divê deriyên hemû girtîgehan bên vekirin. Êdî em dixwazin girtin, sirgûn û astengî ji jiyana Kurdan derkeve.”
Îlhan Dayan kî ye?
Di sala 1997an de li gundê Roşatê yê ser bi navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ve hatiye dinê. Bi malbatî koçî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dikin. Dibistana seretayî li Serêkaniyê dixwîne. Gava dibistana seretayî diqedîne ji bo piştgiriya malbatê ya aborî xwendina dibistanê nadomîne, wekî karkerê demkî dest bi kar dike. Di navbera salên 1988 û 1989an de Tevgera Azadiya Kurdan nas dike. Di sala 1990î de tê girtin. Piştî du sal û nîvan tê berdan. Di sala 1993yan de li Manîsayê dubare tê girtin. Cezayê mubedê digire û îsal hat berdan.
Di girtîgehên Manîsa, Bûca, Aydin, Elbistan, Midyad, Kalkandere, Mêrdîn û Amedê de maye. Îlhan Dayan di girtîgehê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Di gelek malper, kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin.
Berhemên wî ev in: Bêrîjan (Helbest), Xeyalbêj (Helbest) û Diyariyên Şevê (Helbest)