Wezîrê Karên Dervê yê Îsraîlê Gidon Saar diyar kir ku biryar girtine ji gelek lijneyên NYê derkevin.
Piştî vekişiyana DYAyê ji gelek lijneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) niha jî Îsraîlê biryar da ku xwe ji gelek lijneyên NYê vekişe. Wezîrê Karên Derve Gidon Saar têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya fermî ya Xê peyamek weşand. Saar derketina DYAyê ya ji lijneyên NYê bi bîr xist û anî ziman ku Îsraîlê jî biryar daye ku ji gelek lijneyan vekişe.
Saar saziyên Îsraîl jê vekişiyayî wiha rêz kirin: Ofîsa Nûnertiya Şerên Çekdarî û Zarokan a NYê, Ofîsa Jinan a NYê, Lijneya Pêşketin û Bazirganiyê ya NYê, Komîsyona Bazirganiyê ji bo Başur Rojavayê Asyayê, Hevpeymaniya Şaristaniyan a NYê, Ofîsa Enerjiyê ya NYê, Forûma Pêşketin û Koçberiya Kûrevî.
Di berdewama peyamê de Saar got ku Îsraîl li ser lijneyên din jî lêkolînê dike.













