Qereqola Polîsan û Navenda Sîberê ya hêzên ewlehiya hundir a bajarê Îranê Pavehê di encama êrişên Îsraîl û DYAyê de bi temamû ji holê rabû.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 6an de bi hemû dijwariya xwe dimeşe. Dîmenên piştî lêdanên hewayî yên DYA û Îsraîlê ji hêla çavkaniyên herêmî ve tên meşandin ast û şideta bombardimanê radixe ber çavan. Dîmena Qereqola Polîsan û Navenda Sîberê ya Hêzên Ewlehiya Hundir a Bajarê Pavehê ya Îranê wêraniya piştî lêdana hewayî derketî holê nîşan dide. Di dîmenê de ji avahiya tê ragihandin ku pênc qatî bûye, bi tevahî ji holê hatiye rakirin û tenê hinek molaz li şûna wê maye.
Êrişên hewayî yên DYA û Îsraîlê li ser Îranê didomin û her wiha Îran jî ligel rêjeya wan kêbûye jî bi moşekên balîstîk û dronên xwekuj bersivê dide. Lêdan û êrişên du alî berdewam dikin.













