• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Dayikên Şemiyê: Heta ku aştî pêk neyê wateya cejnan jî nîn e

    Dayikên Şemiyê: Heta ku aştî pêk neyê wateya cejnan jî nîn e

    Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

    Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

    Ji partiyên siyasî serdanên cejnê

    Ji partiyên siyasî serdanên cejnê

    Agirê Newroza Amedê bo coş û kelecan hate pêxistin

    Agirê Newroza Amedê bo coş û kelecan hate pêxistin

    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Dayikên Şemiyê: Heta ku aştî pêk neyê wateya cejnan jî nîn e

    Dayikên Şemiyê: Heta ku aştî pêk neyê wateya cejnan jî nîn e

    Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

    Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

    Ji partiyên siyasî serdanên cejnê

    Ji partiyên siyasî serdanên cejnê

    Agirê Newroza Amedê bo coş û kelecan hate pêxistin

    Agirê Newroza Amedê bo coş û kelecan hate pêxistin

    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

    Li Şamê Newroz tê pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştî peymana li Sûrî pêvajoya aştiyê dê çawa berdewam bike?

Serdar Altan / AW

3 SIBAT 2026 - 14:38
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ve hatibû destpêkirin bi geşedanên li Sûrî û Rojava ve girêdayî ketibû rolantiyê. Niha li Rojava peymanek hate çêkirin. Çav li rê ye ku pêvajoya çareseriyê berdewam bike. Heta niha gavek berbiçav xûya nekir lê piştî çareseriya li Rojava hinceteke din ji bo dewleta Tirk nemaye.

Li Rojava piştî komployeke navnetewî û hewldanên tinekirina Kurdan bi destê HTŞê, niha rewş heta astekê asayî ye. Kurdan felaketa mezin bi berxwedana xwe li pişt xwe hiştin. Helbet hê jî hewcedarî bi hişyariyek bênavber heye. Lê belê em dikarin bêjin ku Kurdan bi berxwedan û raperîna xwe careke din bi cîhanê dane xûyakirin ku ew ne bêçare ne.

Helbet mîmarê vê lihevhatinê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ocalan berî niha anîbû ziman ku Rojava ji bo wî xeta sor e. Her wiha hewldanên xwe di vê çarçoveyê de pêk anî. Ji bo rê li ber şerekî mezin ya Kurd û Ereban bigire, qirkirina Kurdan bide rawestandin tişta ji dest wî hat kir. Di dawiyê de bi ser jî ket. Peyman û lihevhatina li Sûrî em bawerin ji hêla tevahiya aliyan ve bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Her wiha dewleta Tirk jî vê yekê bi erênî pêşwazî kir. Rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe de ev yek anîn ziman. Yanî mirov dikare bêje ku mirazê wan jî bi cih hat. Ango dewleta Tirk rewşa li Rojava û neçareseriya li Sûrî ji xwe re dikirin hincet, lê ev hincet ji holê rabû.

Gavên dewletê divê were rojevê

Di rewşekî wisa de tê hêvîkirin ku pêvajoya di rolantiyê de careke din zindî bibe. Bi gotineke din ew gavên ku dê dewlet bavêtana û ji ber hin hincetan nedihatin avêtin divê êdî careke din were rojevê. Hin nîşaneyên bi vê rengê hene helbet. Berî du rojan şêwirmendê Serokkomar Erdogan, Mehmet Ûçûm di gotarekî xwe ya ji bo Anadolu Ajansi nivisî de çend tiştan tîne ziman. Qaşo, dê ew rapora ku komîsyona Meclîsê amadekiriye çav li rê ye van rojan bê rojeva Meclîsê. Nivîsa Mehmet Ûçûm piranî bi gef û şîretan honandî bû, lê di nava peyvan de çend peyamên ji bo pêvajoyê jî hebûn. Ev gotin hinek weke hamaset xuyadikirin lê dîsa jî weke nêrîneke dewletê mirov dikare bigire dest.

Bahçelî dibêje Ocalan tişta diket ser milê wî kir

Peyama herî vekirî ji Serokê MHPê Devlet Bahçelî hat. Bahçelî di axaftina xwe ya koma partiya xwe ya vê hefteyê de anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûd wergire. Bahçelî vê daxwaza xwe bi van gotinan anî ziman: “Heta ku Anatoliya bigihîje aramiyê, Ocalan bigihîje hêviyê, her du Ahmet jî vegerin meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe, biryara me zelal e.”

Bahçeli her wiha bi gotina Pîr Sûltan Abdal ya “Kî ji rêya xwe vedigere bila vegere, ez ji vê rêyê venagerim” jî, van gotinên xwe pesend kir. Li aliyê din Bahçelî dibêje ku Ocalan ji bo vê pêvajoyê tişta ji destê wî hatiye kiriye û dibêje: “Gelo Ocalan çi soz dan qey pêk ne anîn? Belê pêk anîn. Banga 27ê Sibatê kir. Rêxistin fesih kir û çek şewitandin. Rêxistina PKKê û hemû pêkhateyên wê fermana wî bicihanîn. Niha tişta dikeve ser milê herkesî ku lazim e çi bên kirin, were kirin.”

Dibêjin lê tiştek li holê tine!

Helbet mirov dikare bêje ku Bahçelî ev salek zêdetir e wiha diaxive û tiştek li holê tine. Ev rastiyek e. Lê belê rastiyek din jî heye ku ev pêvajo bi vê halê bi rê ve naçe. Weke ku Bahçelî jî piştrast dike Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo aştiyê tişta ji destê wî hatiye kiriye. Dora gav avêtinê yê dewletê ye. Bahçelî jî wisa dibêje, lê tiştek li holê tine. Mehmet Ûçûm jî dibêje hin tişt dê bêne kirin, lê ji hamasetê derbas nabe. Aliyê Kurd jî di derbarê birêveçûna pêvajoyê tişket zelal ne anîne ziman. Belê, daxwaz û xwestek hene lê gelo dê çi çêbe, an dê di van demên kurt de wê gavên çawa bên avêtin em nizanin.

Gavên dê bihatana avêtin

Me got tişta ku dihat hêvîkirin demlidest gavên şênber bêne avêtin. Weke mînak; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya mafê hêviyê de bihata berdan. Pêve girêdayî weke gava pêşîn ji bo zindanan tevahiya girtiyên nexweş û yên înfaza xwe temamkirî bêne berdan. Ji bo meseleya çekdanînê temam bibe gerek yasayên entegrasyonê bihatana derxistin. Yek ji gavên girîng jî vekişandina qeyûman û radestkirina şaredariyan bû. Divê teqwîmek ji bo vê yekê hebe. Her wiha ji bo yasayên ji bo demokrasiyê xûrt bike bihatana çêkirin. Helbet gelek tiştên din hene ku bêne kirin, ev gavên yekemîn bûn ku ji hêla tevahiya civakê ve çav li rê bûn. Dibe ku mirov careke din li ser van xalên din jî bisekine, gelo divê dewlet gavên çawa bavêjin careke din bi bîr bêxe.

Mûxatabê gotinên Bahçelî şirîkê wî ye

Niha em careke din pirs bikin? Gelo bi awayekî şênber dewlet dê çi bike ji bo pêvajoyê, de gavên çawa bavêje? Divê rayedarek hebe bersiva vê pirsê bide.

Madem Dewlet Bahçelî dibêje, “Ocalan tişta ketiye ser milê wî pêk aniye” divê bersiva vê yekê jî hebe. Divê mirov piştrast bike ku mûxatabê van gotinan şirîkê Bahçelî, Serokkomar Erdogan û partiya wî ye. Helbet dewletê jî ew bi xwe bi rê ve dibin. Ango yek ji mûxataban jî Bahçelî bixwe ye. Yanî Bahçelî bila ne tenê bêje, bila pêk jî bîne, an jî ji bo pêkanînê bila di nava hewldanan de be. Ev yek pêk were helbet dê pêvajo bê pirsgirêk birêve here. An ji bo ku miroji ji bo xwe hincetan bibîne, hincet pir in. Her wiha wek birêz Ocalan jî bilêv dike pêvajo hasas e. Berî ku pirsgirêkekî din derkeve divê demlidest ev gavên ha bêne avêtin û rê li ber aştî û çareseriyê bê vekirin.

Etîket: Abdullah OcalanDevlet BahçeliPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkPeymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRêberê Gelê Kud Abdullah OcalanRojavaTayyîp Erdogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

21 ADAR 2026
Li Amedê hatina gel a qada Newrozê dest pê kir

Li Amedê hatina gel a qada Newrozê dest pê kir

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

20 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê hatina gel a qada Newrozê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di êrişên ser Îranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi beşdariya sed hezaran kes pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (811)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne