• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştî qetilkirina kurê xwe di komkujiya Roboskî de dev ji cerdevaniyê berda

Mahmût Altintaş

25 KANÛN 2024 - 08:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Suleyman Encu zarokê ku zarokê wî Cemal Encu di komkujiya Roboskî de hat qetilkirin bi lêv kir ku piştî zarokê xwe dev ji cerdevaniyê berdeyê û got: “Dewletê ew komkujî kir. Balafîrên Amerîka û Rusyayê nehatin balafîrên Tirkiyeyê bûn. Em jî heta dawiyê dev ji doza xwe ya edaletê bernadin.”

Li Gundê Roboskî ya navçeya Qileban a Şirnexê di 28ê Kanûna 2011an de li dijî 34 welatiyên Kurd ji aliyê arteşa Tirkiyeyê ve komkujiyek pêk hat. 19 jê zarok û 34 welatiyên Kurd di encama bombebaranê de di navbera gundê Roboskî û sînorê başurê Kurdistanê de hatin kuştin, ji aliyê xizm û malbatên wan ve ji ber alîkariya ambulansê nehat dayin cenazeyê wan li betaniyeyan pêçan û bi hesp û romorkên traktoran anîn gund. Bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûn. Lê di van 13 salan de kujerên komkujiyê nehatin cezakirin û lêpirsînên ku di derbarê komkujiyê de hatibûn destpêkirin jî tu encam negirtin. Welatiyên Roboskî ku di komkujiyê de zarok û xizmên xwe winda kirin 13 sal in li benda edaletê ne ku kujer bên cezakirin. Komkujiya Roboskî jî weke her komkujiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê dewletê ve pêk hatinê di bîra civaka Kurdistanê de hê jî zindî ye.

Yek jî ji zarokên di komkujiya Roboskî de hat qetilkirin Cemal Encu bû. Cemal Encu 17 salî bû û ji bo debara malê bike derbasî başurê Kurdistanê bibû ku ji wir çay û şekir bîne. Welatiyên Roboskî bi piranî debara xwe li ser sînor dikirin û agahiya dewletê jî ji vê yekê hebû. Wê rojê jî Cemal Encu yê 17 salî bi 34 xizmên xwe ve derbasî sînor bûn. Piştî pêdiviyên xwe li ser sînor girtin vegeriyan gund. Lê piştî ku sînor derbas kirin, rastî êrîşa balafirên şer hatin. Ew jî di vê êrîşa balafirên şer de hat kuştin. Bavê Cemal Encu Suleyman Encu ku beriya qetilkirina zarokê xwe cerdevanî dikir piştî komkujiyê edî dev jî cerdevaniyê berdaye û ji bo kujerên zarokê wî bên cezakirin li pêy doza edaletê ye.

‘Li Tirkiyeyê edalet nîne’

Suleyman Encu anî ziman ku di komkujiyê de tevî kurê wî 34 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan û wiha qal kir: “Zarokê min û 4 biraziyên min di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Jixwe hemû jî xizm û nasên me bûn. 13 sal ji ser komkujiyê re derbas bûne. Weke malbateke Roboskî ji roja ewil heta niha em tenê tiştekî dibêjin. Ew jî bila edalet pêk were. Yên ku ew komkujî pêk anîn bila bên cezakirin. Lê mixabin li Tirkiyeyê edalet nîne. Dewletê û qereqolê jî zanîbûn ku em li vir bazirganiyê dikin û debara xwe bi bazirganiyê dikin. Haya hemûyan jî hebûn. Heta niha tiştek jî negotibûn. Hinek malbatên me jî li pişt sînorin. Yanî ne tenê ji bo kar ji bo çûyin û hatina cem xizmên xwe jî em derbasî aliyê din dibûn.”

’13 salin kujer nehatine darizandin’

Suleyman Encu ku qala roja komkujiyê kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Piştî barê xwe bar kirinê û vêgeriyanê li ser sînor karakolê pêşî li wan girtiyê û nehiştinê derbas bibin. Li sînor kom bûnê. Piştrê me dît ku balafir bi wî alî ve diçin. Me nedizanî wê wisa bibe. Me got balafîr biçin jî tişt nabe. Lê hinek ji ser re derbas bû me dît dengê boberanê tê. Saed di 9ê şevê bû. Tarî bû. Berf û baran bû. Sar bû. Me heta xwe gihand cihê bûyerê hemû parçe bibûn. Me ji bataniyan pêçan û bi traktoran anîn gund. Kes ji alikariya me nehat. Dewletê hem qetlîama xwe kir û hem jî ji bo alîkariya cenaze wesayitek neşand. Ew 13 sal jî derbas bûn lê kesên ku ew komkujî kirin jî nehatin cezakirin.”

‘Em ê heta dawî têbikoşin’

Di berdewama axaftina xwe de Suleyman Encu bal kişand ser gotinên ku arteşa Tirkiyeyê sivîlan nakujê û wiha bertek nişan da: “Li Roboskiyê leşkeran ev komkujî nekiribe kê kiriye? Dewletê ew komkujî kir. Ev ne balafîrên Amerîka û Rusyayê bûn. Balafirên Tirkiyeyê bûn. Em jî heta dawiyê dev ji doza xwe ya edaletê bernadin. Ne tenê ji bo xwe tenê ji bo hemû komkujiyên ku li ser vê erde tên kirin bila edalet pêk were. Wê deme em bi zorê kirin cerdevan. Em jî bi neçarî bûn cerdevan. Em bi dilxwaşî nebûn cerdevan. Piştî komkujiyê min got çi dikin bila bikin ez ê çeka wan ranekim û min çeka wan berda. Min dest ji cerdevaniyê berda. Tenê daxwaza me ew e ku edalet pêk were û dawî li van komkujiyan bê.”

Etîket: Cemal EncuSuleyman Encu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (40)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne